Gencîneya Veşartî; Bi Wesfî Hekarî Re Li Ser Rîşalên Kurdîtiyê

Gencîneya Veşartî; Bi Wesfî Hekarî Re Li Ser Rîşalên Kurdîtiyê

Mar 25, 2026 - 16:40
Mar 25, 2026 - 16:43
Gencîneya Veşartî; Bi Wesfî Hekarî Re Li Ser Rîşalên Kurdîtiyê
Gencîneya Veşartî; Bi Wesfî Hekarî Re Li Ser Rîşalên Kurdîtiyê

Di dîroka gelê Kurd de, dîn û nasname her tim wekî du rûyên heman rastiye hatine dîtin. Lê belê, kêm lêkolîner hene ku mîna birêz Wesfî Hekarî bi wêrekî û kûrahî behsa reseniya Êzdîtiyê û bandora wê ya li ser tevahiya netewa Kurd dikin. Me li ser pergala eşîrtiyê, wendabûna çavkaniyên dîrokî û qewlên Êzdîtiyê sohbetek kûr pêk anî.

Hevpeyvîn: Uskê Cîmîk 

Birêz Wesfî Hekarî di vê sohbetê de nexşerêyeke nû dide ber lêkolîneran: Vegera ser "Qewlan" û naskirina "Reseniyê". Wekî ku wî bi mînakên ji jiyana gundan îspat kir, Êzdîtî ne tenê baweriyek e; bingeha ziman, salname û ruhê Kurdî ye ku tu dagirkerî nekariye ji nav dilê gel derxe. 

Uskê Cîmîk: Birêz Hekarî, gava em li dîroka lêkolînên Kurdî dinêrin, mijara 'eşîrtiyê' her tim wekî xaleke hesas derdikeve pêş. Gelo li ser pêkhateyên eşîrên Kurd xebatên têrker hatine kirin?

Wesfî Hekarî: Bi giştî li ser pêkhateyên eşîrên Kurd xebatek bingehîn nehatiye kirin. Hin nivîskaran li ser eşîrên hin herêman berhem nivîsîne lê ne zêde. Zêdeyî jî li ser yekîtiya neteweyî xebat hatine kirin. Ji ber ku dijminên me di dîrokê pergala eşîriyê her tim wekî amûrekî bêtifaqiyê di neqeba Kurdan de bikaraniye. Nivîskar û lêkolînerên Kurd piranî jî liser ziman, çand, tore û dîroka Kurdan xebat kirine.

Uskê Cîmîk: We behsa hevparî û reseniya çanda Kurd kir. Di vê çarçoveyê de roleke çawa ya baweriya Êzdîtiyê heye ji bo parastina vê mîrateyê?

Wesfî Hekarî: Ziman, çand, dîrok û toreya hemû pêkhateyên Kurdan jixwe hevpare. Beşekî herî girîng ya reseniya çand û kevneşopiya netewa Kurd di baweriya kalbaban a Êzdîtiyê de hatiye parastin. Eve jî gencîneyeke ku bihayê wê bi cewheratan nayê pîvan.

Uskê Cîmîk: Gelo ev 'gencîneya' ku we behs kir, di xebatên rewşenbîrên Kurd de çiqas cih girtiye û bandora êrîşên dagirkeran li ser van çavkaniyan çi bûye?

Wesfî Hekarî: Gelek nivîskarên Kurd ji vê gencîneyê sodewer bûne û rastî û reseniya Kurd, ji tarîtiyê derxistine ser rûyê rojê û bi nifşê pêşerojê daye fêmkirin ka dagirkeran çawa netewame bi dînî ve parçe kirine. Lê ev xebat hîna jî kême. Mişûr û xetar û her wiha berhemên li Lalişa Nûranî hene pir qîmetin; nivîskar û lêkolînerên Kurd parekî girîng li wana sodewer bûne. Lê mixabin para herî mezin di navbera pêlên fermanan de bi destên gemar yên dagirkeran hatine şewitandin. Ji xwe mebesta wan jî ewbû ku Kurdan di tarîtiyê de bihêlin.

Uskê Cîmîk: Hûn qewlên Êzdîtiyê ne tenê wekî metnên dînî, lê wekî 'ferheng û rîşala' zimanê Kurdî pênase dikin. Gelo çima hûn bawer dikin ku nivîskar û lêkolîner hîna negihîştine encama rastîn a van qewlan?

Wesfî Hekarî: Tiştên ku bi sedan salane di qewlên Ezdayî de hatine parastin, dewlemendiya herî mezin ya ziman, çand û toreya gelê Kurd e. Bimin nivîskar û lêlolînerên Kurd, çiqas di berhemên xwe de cihkiribin jî hîna nigihîştine encama wê. Ji ber ku her qewlek Ezdayî bi serê xwe dewlemendîyeke ziman, çand, û toreya Kurde. Qewlên Êzdayî di qada zimanê Kurdî de, Ferhenge, termîne, kok û rîşale. Ji bo wê dibêjim kesek ne gihîştiye encama wê. Diviya xebatên bingehîn li ser qewlan bêne kirin.

Uskê Cîmîk: Di navbera nivîskarên Kurd ên Êzdî û Misilman de di warê hişmendiya neteweyî de hûn rewşê çawa dibînin? Gelo ev pêwendî di asta biratî û xwenasînê de li ku derê ne?

Wesfî Hekarî: Têkilîyên navbera nivîskarên Kurd yên Êzdî û misilman bi serê xwe mijareke nîqaşê ye. Ji ber ku êş û azara Kurdan ya herî mezin jî ewe. Gelek nivîskar û rewşenbîrên Kurd ên misilman yên xwenas gihîştine wê hişmendiyê ku Êzdî û Êdîtî rastî û reseniya wan e. Şeref û kerameta wana ye. Têkilîyên wan û nivîskar û rewşenbîrê Kurd ên Êzdî di asta biratîyê de ne û têkilîyên wan di her alî de xurtin. Ew li ser zanyariyên Kurdîtiyê-Êzdîtiyê de li vevûdin sodewer bîbin.

Uskê Cîmîk: Hûn dibêjin "Dema mirov dibêje Kurd, Êzdîtî tê holê." Gelo têkiliya di navbera dînê Êzdîtiyê û kewmiyeta (milîyeta) Kurd de çiqasî organîk e?

Wesfî Hekarî: Raste, dema dibêjin Kurd, Êzdîtî tê holê, dema dibêjin Êzdî, Kurdîtî tê holê. Ji ber ku Êzdîtî dînê Netewa Kurde. Dema got, Êzdîtî, netewa Kurd kewmîyeta Kurd, dikeve dewrê. Êdîyên ku li ser baweriya xwe mane temsîla dînê Kurdan, temsîla ziman çand û toreya gelê Kurd dikin. Êzdîyên ku niha li ser dînê xwe mane, rah û rîşal û reseniya Kurdan diparêzin.

Uskê Cîmîk: We bal kişand ser mijareke balkêş û we got "Kurdên misilman tev jî Êzdî bûn." Gelo ev guhertina dînî çawa pêk hat?

Wesfî Hekarî: Kurdên misilman tev jî Êzdîûn. Kurdên Elewî-Kakeyî yên Yarsan, Kurdên Mesîh, Kurdên Yahûdî (Cuhû) tev jî ji Êzdîtiyê xaryane, qulipîne ser van baweriyên cuda. Helbet çu kesekê ji kêfa dilê xwe dest ji dînê xwe yê resen Ezdatiyê bernedane. Di encama Qîr û qirên fermanêrîşan û ji neçarî ji dînê xwe derketine. Hin hatine derbider kirin, hin hatine reşware kirin. Dîroka hemû pêkhateyan jî kifşe. Mi di berhemên xwe de jî gotiye parçe kirina neteweya Kurd ji dînî destpê bûye.