Dr. Nûrî Osman: Êrîşa Li Ser Mala Nêçîrvan Barzanî Ti Ziyanek Nebû

Dr. Nûrî Osman: Êrîşa Li Ser Mala Nêçîrvan Barzanî Ti Ziyanek Nebû

Mar 28, 2026 - 20:29
Dr. Nûrî Osman: Êrîşa Li Ser Mala Nêçîrvan Barzanî Ti Ziyanek Nebû
Dr. Nûrî Osman: Êrîşa Li Ser Mala Nêçîrvan Barzanî Ti Ziyanek Nebû

Serokê Nivîsîngeha Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand ku êrîşa li ser mala Nêçîrvan Barzanî li Dihokê ti ziyanek nebûye û got, "Pêwîst e Iraq lêkolînê bike û sînorek ji bo komên derveyî qanûnê were danîn."

Îro Şemî 28ê Adara 2026an, sê êrîşên dronî li ser bajarê Dihokê hatin kirin. Yek ji êrîşan saet 11:00ê sibê li ser mala Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê li Dihokê hat kirin.

Derbarê vê yekê de, Dr. Nûrî Osman, Serokê Nivîsîngeha Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, "Êrîşê ti ziyanek canî û maddî nebû."

Derbarê rêkaran de, Serokê Nivîsîngeha Serokayetiya Herêma Kurdistanê got, "Pêwîst e Hikûmeta Iraqê di derbarê vê mijarê de lêkolînê bike; ji bo ku kiryar bên dîtin û sînorek ji bo komên derveyî qanûnê were danîn, da ku ew êrîşan rawestînin."

Mihemed Şiya Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê peywendiyeke têlefonî bi Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê re kir û bi tundî wê êrîşa li ser mala wî ya li Dihokê şermezar kir û biryar da ku komîteyeke hevbeş ji bo lêkolînê were damezrandin.

Ji bilî Mihemed Şiya Sûdanî, her yek ji Emmanuel Macron, Serokê Fransayê; Ammar Hekîm, Serokê Rêbaza Hikmeta Niştimanî; Hevpeymaniya Azim û Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, êrîş şermezar kirin.

Êrîşa li ser mala Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê li Dihokê, bertekên berfireh li dû xwe anî û piraniya aliyan ew wekî pêşketineke metirsîdar binav kirin.