Serok Nêçîrvan Barzanî Peywendiyeke Telefoniyê ji Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Wergirt
Serok Nêçîrvan Barzanî Peywendiyeke Telefoniyê ji Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Wergirt
Êvara îro şemiyê 28.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Hakan Fîdan, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê wergirt.
Di peywendiyê de, birêz Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bi tundî êrîşa dronî ya îro ya li ser mala Serok Nêçîrvan Barzanî li Dihokê şermezar kir û piştevaniya welatê xwe ji bo parastina asayîş û ewlehiya Herêma Kurdistan û Iraqê dubare kir.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya peywendiya birêz Hakan Fîdan û helwesta Tirkiyeyê ya ji bo şermezarkirina êrîşê kir.
Di mijareke din a peywendiyê de, pêşhatên dawî ya rewşa herêmê hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan tekez li ser girîngiya hevkarî û hevrêziya ji bo parastina aramiyê kirin.