Têkiliyên Hewlêr û Enqereyê Hatin Gotûbêjkirin
Sefîn Dizeyî Pêşwaziya Konsulê Tirkiyeyê Kir; Têkiliyên Hewlêr û Enqereyê Hatin Gotûbêjkirin

Hewlêr - Kurdistan: Îro sêşemê, 16ê Îlona 2025an, Sefîn Dizeyî, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Erman Topçu, Konsulê Giştî yê Komara Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê, kir. Civîn li avahiya Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê hate lidarxistin. Li gorî daxuyaniya Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, Erman Topçu kêfxweşiya xwe ji bo pêşwazîkirina wan anî ziman û her du cîgir û alîkarên nû yên Konsulxaneya Giştî, yên ku nû dest bi kar kiribûn û di civînê de amade bûn, bi Dizeyî da nasîn. Topçu kurteyek li ser paşeroj û erkên wan ên nû pêşkêş kir û dûv re çend mijar û babetên girêdayî peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê destnîşan kir.
Li hemberî vê yekê, Sefîn Dizeyî bi xêr hatina şanda mêvan kir û destbikarbûna her du cîgirên Konsulê Giştî pîroz kir, hêviya serkeftinê di erkên wan ên nû de ji wan re xwest. Dizeyî amadebûna Fermangehê ji bo hevkariya pêwîst dubare kir û paşê bal kişand ser binesazî û qonaxên cuda yên peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de, û daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistin û geşkirina peywendiyan tekez kir.
Mijarên din ên civînê gotûbêjkirina pirsgirêk û astengiyên têkildarî welatiyan û danûstandina bîr û ramanan derbarê çawaniya pêşkêşkirina hêsankarî û alîkariyê di vî warî de bûn.