Serok Nêçîrvan Barzanî Xelata Dewleta Rûsyayê Li Profesor Dr. Reşad Mîran Pîroz Kir
Serok Nêçîrvan Barzanî Xelata Dewleta Rûsyayê Li Profesor Dr. Reşad Mîran Pîroz Kir
Hewlêr - Kurdistan: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Înî (05.11.2025), bi germî Xelata Dewleta Rûsyayê ya bi navê "Pûşkîn" ku doh li Koşka Kremlînê ji aliyê Serokê Rûsyaya Federal Vladimir Pûtîn ve hatibû pêşkeşkirin, li Profesor Dr. Reşad Mîran pîroz kir.
Di peyama xwe ya pîrozbahiyê de, Serok Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku Profesor Dr. Reşad Mîran, wekî pisporê civaknasê Kurd û zanyarê etnogaf, kedeke mezin di pêşxistina peywendiyên Rûsyayê bi Kurdan re daye.
Serok Barzanî da zanîn ku kar û xebatên Profesor Mîran bi taybetî di warên çand, ziman, wêje û dîrokê de, "cîhê destxweşî û pêzanînê ne."
Her weha Serokê Herêma Kurdistanê hêviya berdewamî û serkeftinê ji Profesor Dr. Reşad Mîran re xwest.
Xelata "Pûşkîn", ku yek ji xelatên girîng ên Dewleta Rûsyayê ye, di merasîmeke taybet de li Koşka Kremlînê û di bîranîna Roja Yekîtiya Neteweyî ya Rûsyayê de ji aliyê Serok Vladimir Pûtîn ve li Profesor Reşad Mîran hatibû pêşkeşkirin.
Ev e jî naveroka Peyama Pîrozbahiya Serok Nêçîrvan Barzanî Li Profesor Dr. Reşad Mîran e.
Bi germî pîrozbahiyê li Profesor Dr. Reşad Mîran dikim ji bo wergirtina Xelata Dewleta Rûsyayê (Pûşkîn) ku doh di merasîmeke taybet de û di bîranîna Roja Yekîtiya Neteweyî ya Rûsyayê de li Koşka Kremlînê ji aliyê birêz Vladimir Putin Serokê Rûsyaya Federal ve pêşkeşî wî kirin.
Kar û xebata Profesor Dr. Reşad Mîran wek pisporê civaknasê Kurd û zanyarê etnogaf di pêşxistina peywendiyên Rûsyayê bi Kurdan re, bi taybetî di warên çand, ziman, wêje û dîrokê de, cîhê destxweşî û pêzanînê ye. Hêviya berdewamî û serkeftinê jê re dixwazîn.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
05.11.2025