Serokê Herêma Kurdistanê Karta Bankê ya 'Hejmara Min' Wergirt

Serokê Herêma Kurdistanê Karta Bankê ya 'Hejmara Min' Wergirt

Sep 30, 2025 - 09:10
Serokê Herêma Kurdistanê Karta Bankê ya 'Hejmara Min' Wergirt
Serokê Herêma Kurdistanê Karta Bankê ya 'Hejmara Min' Wergirt

Hewlêr - Kurdistan: Tîma Hejmara Min ragihand ku îro serdana Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê kirine û karta wî ya bankê radestî wî kirine.

Tîma Bankî îro Duşemî, 29ê Îlonê, 2025, di daxuyaniyekê de ragihand, "Birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, îro pêşwaziya tîma Hejmara Min kir, bi mebesta wergirtina karta bankê ya wî û temamkirina qeydkirina wî di projeyê de."

Tîma Hejmara Min her wiha diyar kir, "Di hevdîtinê de, Serok Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ji bo projeya Hejmara Min dubare kir û pesnê tîma ciwan a ku projeyê birêve dibin da."

Tîma ku serdana Serokê Herêma Kurdistanê kiribû, ji Şîlan Doskî, Berpirsa Projeyên Taybet li Nivîsîngeha Serokwezîr û Aras Selah, Serpereştyarê Projeya Hejmara Min pêk dihat.

Projeya Hejmara Min, projeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo bankîkirina mûçeyên hemû mûçexûran. Heta niha zêdetirî 900 hezar mûçexûran di projeya Hejmara Min de hatine qeydkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê armanc dike ku heta dawiya sala 2025'an projeyê temam bike.