Koreya Başûr li Kurdistanê Navendeke Fêrkirina Mamosteyan Vekir

Bi Piştgiriya KOICA: Bingehên Projeyên Perwerdeyê yên Milyon Dolarî li Hewlêrê Hatin Danîn

Sep 30, 2025 - 09:01
Koreya Başûr li Kurdistanê Navendeke Fêrkirina Mamosteyan Vekir
Koreya Başûr li Kurdistanê Navendeke Fêrkirina Mamosteyan Vekir

Hewlêr - Kurdistan: Îro Yekşem, 28ê Îlonê, 2025, bi amadebûna Alan Heme Seîd, Wezîrê Perwerdeyê, Umed Xoşnaw, Parêzgarê Hewlêrê, Sefîn Dizeyî, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, û Seûng Cheol Lîm, Konsolosê Giştî yê Komara Koreya Başûr li Hewlêrê, û Jun Yong Jung, Serokê Ajansa KOICA li Hewlêrê, herwiha hejmareke din ji rêveberên giştî yên wezaretên Hikûmeta Herêmê û berpirsên din ên hikûmî, di merasîmekê de, bi qasî 12 milyon dolar ji budçeya Ajansa KOICA hatin terxankirin û bi serpereştiya Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêmê û hevkariya Fermangeha Peywendiyên Derve, bingeha (komplekseke perwerdeyê li nahiyeya Daratuyê), (navendeke rahênana mamosteyan li Hewlêra Nû) û (nûjenkirina 10 dibistanan li Hewlêrê) û (nûjenkirina pirtûkxaneya Zeytûnê) hat danîn.

Hêjayî gotinê ye ku Ajansa KOICA, ajanseke hikûmî ye û ser bi dewleta Koreya Başûr ve ye. Ew bername û ajandayên alîkariyên xêrxwaziyê û bernameyên teknîkî û hevkariya welatan pêk tîne. Ji destpêka xebatên xwe yên di sala 2004’an de heta niha, ajansê gelek projeyên stratejîk cîbicî kirine û bi hezaran karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî sûd ji xûlên rahênana KOICA li welatê Koreyê dîtine. Herwiha, ji %50yê projeyên Ajansa KOICA li Herêma Kurdistanê di warê perwerdeyê de bûne, û hewlên zêdetir dide ji bo pêşxistina warê perwerdeyê li Kurdistanê.