Koşka Bê Bizmar
Koşka Bê Bizmar
Tenya Kurdî
Di vê şerê siyasî û rewşa medyayî ya ku di vê qonaxê de li navxweya Herêma Kurdistanê heye, ez bala we dikişînim ser çîrokekê ku Japonan di dema berê de jê fêm kiriye, ew jî "Koşka Bê Mîx û Bê Bizmar" e.
Avahîsazên Japonê, koşkeke pir mezin ava kirin. Koşk bi temamî ji dar bû û bêyî ku yek mîx (bizmar) tê de bi kar bînin. Hemû perçeyên darê bi awayekî endezyarî wisa hatibûn birîn ku di nav hev de cih dibûn û asê dibûn. Ev ji bo wê yekê bû ku heger erdhejeke bihêz rû bide, koşk nehilweşe; lê belê dar bi nermî ligel tevgera erdhejê bilivin û koşk wek xwe bimîne. Lê heger mîx hatiba bi karanîn, wê demê koşk ligel erdhejê dişikiya.
Tam di vê qonaxê de, heger em xwendinekê ji bo kiyan û qewareya (statûya) Herêmê bikin, bi fêmkirina vê çîroka koşka bê mîx, rewş zelal dibe. Têgihiştina yekem ev e ku kiyana Herêmê ne hewceyî "mîxên hizbî" ye ku her hêz û aliyek were mîxekê ji bo jihevketinê lê bixe. Herêm bixwe koşkek e ku li ser bingeha pêkvejiyan û lihevkirina niştimanî meşruiyeta destûrî wergirtiye. Dema ku hizb li şûna yekîtiyê mijûlî lêdana mîxên berjewendiyan bin, bingeha vê koşkê bi erdhejeke siyasî lawaz dibe; fişarên navçeyî, herêmî û navdewletî dikevin ser. Ev rewş bi lihevtêgihiştinê çêdibe, ne bi lêdana gotarên mîna mîx û bizmaran.
Serok Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi dûrbîniya xwe ve her tişt bi eşkereyî ji hemû hêzên siyasî re gotiye. Li ser van hêzan e ku fêm bikin di vê qonaxê de ji bo Herêmeke bihêz divê çi bikin.
Serok dixwaze ku hizb bi yekgirtî bibin temamkerê hev ji bo Kurdistaneke bihêz. Heger her aliyek bi awayekî cuda jî kar bike, lê divê hemû di nav projeyeke niştimanî de wisa hatibin çeqandin ku tu hêzeke derve nikaribe wan ji hev qut bike.
Gava medya behsa lawazî û nemana qewarê dikin, bila li şûna vê balê bidin ser gotara Serokê Herêmê. Hingê dê fêm bikin ku wek çîroka koşka bê mîx, ew mîxên ku em bi ziman, gotar, medya û siyasetê di nav mala xwe de li hev dixin, dibin sedema lawazbûnê. Lê dema hêz li ser maseya diyalogê digihêjin hev, ew mîx (nakokî) têne rakirin; kiyan dibe kiyanekî nerm û bihêz ku ligel hemû guherînên cîhanî xwe diguncîne û bi hêztir dibe.
Di gotara Serokê Herêma Kurdistanê de ji bo hêzên siyasî pir zelal e ku heger em bixwazin bimînin û bihêz bin, divê em wek wê koşkê bin; ku hêza wê di girêdana zîrekane, nermî û yekîtiyê de ye.
Ji bo medyayan; li şûna afirandina gelek çîrokan ji bo ku kiyana Herêmê nemîne, girîng e ku hemû balê bikişînin ser hizbên siyasî da ku bêtir di nav lihevkirin û niştimanperweriyê de bin. Çimkî dema hizb bi vîna Kurdistanî dibin yek laş û yek beden, tu dest nikare kiyana Herêmê lawaz bike. Tiştê ku me dihêle, ne çek û mîxên neçarî ne, lê belê vîna yekgirtî ya hêzên siyasî ye ku Kurdistanê dikin koşkeke bihêztir, bi destkefttir û geştir.