Divê em Kurd dîroka xwe ne li gor çavkaniyên dagirkerên welatê xwe binivîsîn
Divê em Kurd dîroka xwe ne li goriya çavkanî, dokument û arșîva dagirkirên welatê xwe binivisîn!*1

Birêzan weke ku, gelek ji me dizanin û di gelek çavkaniyan de jî tê xuyakirin, beriya ku Hafiz û Mustafa Reşit paşayên Osmaniyê di 14.12.1847 de Fermana Tanzîmatê beyanbikin / ragihînin, ewan jî mîna pêșiyên xwe û bi alîkariya hevalbendên desthilatdariyê (beg, serokeșîr, axa, mele, șêx, keya, bekçiyên gundan û hwd. yên xayîn), bi dare zorê û gelek xwînrijandinê dawî li hukimdariya mîr, beg, șêx û axayên Kurdan (Misilman, Êzdî, Elewî û hwd.) anîne.
Mînak : 1
Gava meriv li vê strana ku, min di 2012 de ji ber zarê birêz Mîroyê Heso yê 80 salî û xwarziyê Nemirê Mîrza II ( yê ku li dora sala 1890 hatiye kuștin) girtiye guhdarî bike, meriv ji bîranîn û gotinên vî camêrî de jî baș fahm dike, ka Mustafa Reşit Paşa yê Osmaniyê di sala 1837 û dûre Hafiz Pașa 1838 de çawa Ferman li Êzdiyan rakirine û Êzdî ji herêmên wan fermalûkirine.
“Strana Nemirê Mîrza I (yê li dora sala 1837 de hatiye kuștin.)
Baximza bavê Eyo li serê rezan û baxan
Leşkerê Qewaz başî, mîrê Licê û Banekan,
Leşkerê dewleta Nefî amê û Reşît Paşan
Bihevre êrîşeke giran birine ser herdû taxan
Şade û şûdê bavê Eyo Nemirê Axa, Qizilê Dirbo,
Muradê Lahdo û Dawetiyê Koçek Vêre,
Ew bi hevre lê leşkerê dewleta Nefî amê dixin
Berê leşkerê Qewaz başî û Reşît Paşa didine
Pişta qêre heta di qelibîne wî alê rêberî Bazbûtê.
Ezê bi hafa qendîlê ketim,
Qendîla bavê Eyo wa bi zile
Min dît avê hat xule xule
Bala xwe dayê mala Çelikê û mala Zoro
Hevûdinê kite kita û cote cota kirin
Siwaran hevûdinê siwar diniqandin
Teng û berên mihînên xwe dişidandin
Hevûdinê xwe ji êla giran vediqetandin
Dest diavêtin ji ber xwe cotên Qermînan kişandin
Di nava eskerên Qewaz başiyê Romê diqetandin
Serên hinan jêdikirin li ser çardarê riman daliqandin
Gelek ji yên mayî jî diyarî ji Kela Zoqê re dişandin
Bila bişewite mala Reşît Paşa siwarê devrûtê
Tevlî leşkerê Kela Zoqê, bi stêrka sibêre zû tê
Derbekê dane li bavê Eyo, bûka sûwaran
Tefandine çira mala Çelikê û mala Sêrdînê Zoro Axa”*1-61
Her wusa dengbêj rahmetiyê Xelîlê Berfê jî ev şerê Nemirê 1’emîn, weke yȇ lawȇ Sêrdîn-Ҁelȇ (1837) distirê:
“Lo lo Nemiro lawo, Baximza bavê Eyo bi şewite, bi rez û bexe
Baximza bavê Eyo bi şewite, bi rez û bexe
Kulê ti rûnê li mala Qawaz başî, bînbaşiyê dewletê û siwarê devrûtê
Êvarê diçe cinetê, bi kubara sibê ra davêje ser Baximza bavê Eyo, dora dû taxa
Lê belê digo lê dane Nemirê Axê, li bavê Eyo gavanê siwara
Eva îro sê roja qelandine tovê mala Sêrdîn Axa lawo oooo...
Lo Nemiro lo lawo...
Lo lo Nemiro lo lawo, kanîka li binê keviro,
Keçikê Şimziyan û Baximziyan, Ezik Joriya û Ezik Xwariya hatine av ji xwe ra birino...
Baximza bavê Eyo bi şewite, bi rez û tirî
Baximza bavê Eyo bi şewite, bi rez û tirî
Kulê ti rûnê li mala Qawaz başî, bînbaşiyê dewletê û siwarê devrûtê
Êvarê diçe cinetê, bi kubara sibê ra davêje ser Baximza bavê Eyo, lê zincîr kirî
Derbeka lê dane Nemirê Axê, li bavê Eyo gavanê siwara...
Wele îro sê roja qelandine tovê mala Sêrdîn Axa, maqulê zincîrkirî stû...
Lê şade şudê Nemirê Axê, bavê Eyo gelek hene li dinyayê
Di milê bi tenê rojê sê caran, bi tena rimilê, bi şûrê zirav, gêşê giran diqelibîne alê Bazbutê “*2
Mînaka 2
Di van stranê Nemirê Mîrza I û II an de gelekî eşkere dibe, ka gund û qesra Baximz- Bahıms / Baxımis - Bağimzê (niha bi Tirkî dibêjinê: Yalınkavak Köyü - Beșiri / Batman) berê ya kîjan serokeșîrê buye.
Belê Nemirê Mîrza yê II an jî li dora sala 1878 de hatiye kuștin.
„Sitrana Nemirê Mîrza yê II an- Dengbêj Teterê Êlî(Acar) :
Hewê digo:
„Lê Sêvê dahê îro dilê min ditirsiya,
Binêre wa dû peyayê malik şewitî,
Ji pozê Qêrebeş dageriyan û hatî,
Dihatin bilez li girê Zarê hilgeriyan,
Berê xwe didane Qesra Nemirê axê,
Ji Nemirê axê kirine hêvî û dîlekan.“
Hewê digo:
„Lê Sêvê dahê, wayê li min wayê,
peya yekî bi dengekî nerm digote:
„ Nemirê axê, bavê min silav li te kirine,
û digo: sebra min di hepsa Betlîsê de nayê.“
Nemirê axê dibêje wan mêhvanan:
„Werin derbas bibin herin li odê rûnên,
Gava ez vê neqlê herime Sêrt û Bedlîsê,
Ezê bavê te ji hepsa Bedlîsê berdim “
Di peyre Nemirê axê gazî dike li Eyoyê zavê:
„Lawo, karê xwe bike em ê îro herine Şimzê
(Îdara gundê Baximzê di sala 1868 de li ser nehiya gundê Șimizê - niha jî bi Tirki: Oğuz köyü- bûye K.To.)
Cem mala pismamê xwe Mistoyê Hessê .“
Wayê sed carî li min wayê,
Nemirê axê tevlî mêvanan ji mal derkete,
Wextê ew tine ber gundê Zêwika Xaço,
Mêvanek gazî dike li Ûsivê Bêdo û dibêje:
„Axa gotiye, bila were emê herine Şimzê„
Ûsivê Bêdo li mêhvan vedigere û dibêje:
„îtibara min qet, bi we mêrên Musilman nayê“
Gava Nemirê axê di Kaşê Ahsê de hilkişî,
Kul têkeve mala wî mêhvanê malik şewitî,
Bêbext, bi şibêta destavê xwe di da paşî,
Ewî bi dizî dest avête tivinga xwe lê dixebitî,
Weha derbekê berdide Nemirê axê bê keysî,
Cenazê Nemirê axê di Kaşê Ahsê de dişimitî.
Şade û şûdê Eyo yê zavê gelekî hene,
Ew jî tivingê dixe kêleka mêhvanê malik şewitî,
Lê feleke xayine, tivinga zavê Eyo na teqîne.” *1-62
Bêguman, ez baș dibînim ku îro hinek kes - nivîskarên Kurdan jî bîranîn, berhem û pirtûkan li ser desthilatdariya wan mîrek, beg û serokeșîrên Kurdên Misilman (Mînak: Reșkotan, Pencînaran, Elikan, Sînîkiyan, Remiyan û hwd.) dinivisînin. Lê ez zahf jî xemgîn dibim, gava ku ew jî di berhemên xwe de piraniya rastiya dîroka me li goriya desthilatdaran û dokumentên ku dagirkirên welatên me ji bo berjewendiyên xwe serûbin kirine șaș didine xuyakirin. Ne ji xwe ye, gava meriv behsa van eșîrên ku min binavkirine bike û behsa herêm, cîh, gund, beg, axa, eșîr, zargotin û navdarên Êzdiyan yên ku, berî û di nav wan de hebûn neke, hingê dîrok bi rastî û tam nayê xuya kirin.
Hêvîdar im ku, dîrok nivîsandin ne timî li goriya dilê desthilatdar û berjewendiyên nivîskaran bê nivîsandin. Em Kurd bikaribin dîroka mîr, beg, axa, eșîr, ol û civaka xwe li goriya kevnariya zargotin, folklor, wêje, çavkanî, dokument û berjewendiyên netewa xwe rast binivisînin û tomarbikin!
Kemal Tolan - Berhevkar û Xemxwarê Kevneşopên Êzdîtiyê
Çavkanî:
- Kemal Tolan Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan tev Romanên Zindî ne - 2000 Oldenburg, rûpel:61.
Vîdeo : https://www.facebook.com/KemTolan/videos/1796393943909612
2- Kemal Tolan, Danasîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî, 2021 Izmir -Weşanên NA, rûpel: 215-217
Vîdeo: https://www.youtube.com/watch?v=rQrykGSrn9k&t=2s