Pêşeroja Iraqê Di Destê Sê Prensîban De Ye

Sêgoşeya Hevparî, Hevsengî, Lihevkirin – Pêşeroja Iraqê Di Destê Van Prensîban De Ye

Oct 7, 2025 - 13:29
Oct 7, 2025 - 13:32
Pêşeroja Iraqê Di Destê Sê Prensîban De Ye
Sêgoşeya Hevparî, Hevsengî, Lihevkirin – Pêşeroja Iraqê Di Destê Van Prensîban De Ye

Hewlêr – Kurdistan: Dilşad Mistefa Wesanî di gotara xwe ya îro, 7ê Cotmeha 2025an, di rojnameya Xebat de, balê dikişîne ser girîngiya sê prensîbên bingehîn ji bo pêşeroja Iraqê piştî sala 2003an: Hevparî, Hevsengî, û Lihevkirin. Ev têgeh, ku ji bo misogerkirina maf û hebûna pêkhateyên sereke yên Iraqê (Kurd, Şîe, Sunnî) hatine danîn, bûne navenda nîqaş û nakokiyên kûr ên siyasî û fikrî.

Wesanî destnîşan dike ku Kurd, bi dîrokek tije zordarî û çewsandinê li gel dewleta Iraqê, bi tundî xwe bi van prensîban ve girêdane. Lê belê, gelek hêzên Şîe bi guman li wan dinêrin û astengiyan li pêş pêkanîna wan derdixin.

Çima Ev Prensîb Ji Bo Kurdan Girîng in?

Gotar sê sedemên sereke ji bo girîngiya van prensîban ji bo Kurdan rave dike:

Tirsa ji dîroka zordariyê: Dîroka têkiliya Kurdan bi Iraqê re bi Enfal, kîmyabarankirin û polîtîkayên tinekirina nasnameyê dagirtî ye. Kurd ditirsin ku hikûmeteke navendî ya xurt, bi hinceta "piraniya demokratîk", mafên wan binpê bike. Hevparî û lihevkirin wekî garantiyekê tê dîtin ku desthilatdarî bi tenê nekeve destê pêkhateyekê.

Parastina mafên destûrî: Destûra Bingehîn a sala 2005an, ku bi lihevkirineke mezin hatibû nivîsandin, Iraqeke federal û demokratîk pejirand. Wesanî anî ziman ku destûr bêyî pêkanînê bêqîmet e. Ji bo Kurdan, hevparî tê wateya beşdarbûna rastîn di biryarên siyasî, ewlekarî û aborî de; hevsengî tê wateya dabeşkirina dadperwerane ya postên serwerî; û lihevkirin tê wateya ku biryarên çarenûsî bi razîbûna hemû aliyan bin. Bêyî van, madeyên wekî madeya 140, mafê Herêma Kurdistanê di budçe û neftê de, û cîhê Pêşmerge, dikarin bibin qurbana îradeya piraniyan.

şîgirtina li dîktatoriya piraniyan: Kurd ditirsin ku dîktatoriya takekesî ya Seddam bi dîktatoriya piraniya pêkhateyî were guhertin. Li welatekî pirnetewe û olî wekî Iraqê, ku pêbaweriya di navbera pêkhateyan de kêm e, bikaranîna tenê prensîba "piranî û hindikahî" dikare bibe sedema marjînalkirina pêkhateyên din û damezrandina rêveberiyeke yekalî.

Wesanî di dawiyê de balê dikişîne ser wê yekê ku pêşeroja Iraqê bi pêkanîna van sê prensîban ve girêdayî ye, û dibe ku nepejirandina wan rê li ber aloziyên mezintir veke.