Tev-Dem û Rêveberiya Xweser Serdana Nivîsîngeha BCF li Qamişlo Kirin
Tev-Dem û Rêveberiya Xweser Serdana Nivîsîngeha BCF li Qamişlo Kirin
Şandek ji Tev-Dem û Rêveberiya Xweser Serdana Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) li Qamişlo Kirin
Şandeke Tev-Demê bi serokatiya Remziye Mihemed û Şîrîn Hesen endamên Encûmena Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem), û şandeke Rêveberiya Xweser û Yûsif Kutî Hevserokatiya Yekîtiya Rewşenbîran û Ehmed Mardînlî Serokê Yekîtiya Wênegiran, di roja 22/1/2026an de li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê, serdana Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kirin û ji aliyê Mûsa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve bi germî hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtineke di navbera her du aliyan de, rewşa mirovî ya herêmê û bajarê Qamişlo hate gotûbêjkirin û Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî amadebûna dezgehê ji bo pêşkêşkirina alîkariyên cûrbecûr ji bo niştecihên Rojava anî ziman. Ji aliyê xwe ve şandeya Tev-Demê, spasiyên xwe pêşkêşî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kirin ji bo wan hewl û xebatên ku ji bo gihandina alîkariyên cûrbecûr ji bo koçber û niştecihên herêmê dane.