Deşnê Murad: Divê Em Alîkariyên Rojavayê Kurdistanê De Berdewam Bin
Deşnê Murad: Divê Em Alîkariyên Rojavayê Kurdistanê De Berdewam Bin
Deşnê Murad Pesna Xebatên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) yên Li Rojavayê Kurdistanê Dide
Hunermenda navdar Kurd Deşnê Murad, di vîdeoyekê de pesnê xebatên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) yên mirovî li Rojavayê Kurdistanê da û tekez kir ku BCF di gihandina alîkariyan de pir serkeftî bûye.
Deşnê Murad diyar kir ku Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî di demeke pir kurt de kariye gelek barhilgirên alîkariyê bigihîne Rojavayê Kurdistanê û wiha got: "Ez ji nêz ve bi Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî re çend salan di kampan de xebitîm û ez dizanim ku ew xwedî tecrûbeyeke lojîstîkî ya bihêz in." Wê piştrast kir ku alîkarî di zûtirîn dem de digihîje hewcedaran.
Hunermenda Kurd Deşnê Murad bang li xelkê kir ku beşdarî van hewldanên xêrxwaziyê bibin û balkişand ser girîngiya berdewamiya alîkariyan. Wê tekez kir ku karesat û felaketeke pir mezintir heye, bi taybetî li Efrîn û Kobanê, û metirsiyên mezin li ser zarokan hene ji ber sermayê, kêmbûna avê û nebûna ceyranê û hwd.
Deşnê Murad bi spasiyeke germ ji Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî re kir û daxwaz kir ku alîkarî berdewam bike da ku tu zarok di nava rewşeke xirab de nemîne.