BCF di 72 Saetên Dawî de li Rojavayê Kurdistanê çi kir?
BCF di 72 Saetên Dawî de li Rojavayê Kurdistanê çi kir?
Alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) ji bo Rojavayê Kurdistanê
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî di 72 saetên dawî de, 114 barhilgirên alîkariyê gihandiye Rojavayê Kurdistanê û heta niha zêdeyî 34 hezar kes jê sûd wergirtine.
Ligel destpêkirina şer û aloziyên hefteya borî yên di navbera Artêşa Erebî ya Sûriyê û HSDê de li Dêr Hafir, Meskene û Reqayê û vekişîna HSDê ji wan herêman, bi hezaran malbatên Kurd ji Reqayê, Tebqa û herêmên Şedadê û Girê Spî, koçberî Hesekê, Qamişlo û Amûdê bûne û ketine rewşeke mirovî ya xirab. Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî pêngaveke berfireh ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji xelkê Rojava re daye destpêkirin û rojane xwarin, sotemenî, derman û pêwîstiyên din ji wan re dabîn dike.
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî di 72 saetan de tîmeke ji 150 kesan pêk tê li Qamişloyê bi cih kiriye. Rojane 10 heta 12 tîm li ser herêman belav dibin; xwarin, kelûpel, sotemenî û xizmetguzarî pêşkêşî koçberan dikin ku 22 cureyên cuda di nav de ne, wek: doşek, betanî, xwarina hişk û pêwîstiyên rojane. Ji bo her malbatekê pênc kesî, pêwîstiyên nêzîkî 10 rojan hatine dabînkirin.
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Qamişloyê dest bi kar kiriye û rojane tîmên wan diçin Qamişlo, Amûdê, Dêrik û Girkê Legê. Îro tîma tenduristiyê ya Peymangehê bûne sê tîm û serdana herêman kirine; heta li Amûdê hemû koçberên ku nexweş ketine hatine dermankirin û rewş li wir hatiye kontrolkirin.
Dezgehê 114 barhilgirên xwarin û pêwîstiyan şandiye Rojava, di wê demê de 5 hezar û 827 malbat sûd wergirtine ku hejmara wan 34 hezar û 227 kes in. Alîkarî li 30 dibistanan hatine belavkirin, herwiha sotemenî gihandiye 81 dibistanan. 4 hezar xwarin di sê mizgeft û çar dibistanan de li xelkê hatine belavkirin, rojane jî 3 hezar xwarin bi berdewamî tên belavkirin. Heta niha hezar û 367 kesan tedawiya bijîşkî wergirtine. Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ji bo 200 kesan derfeta kar peyda kiriye.