Serok Barzanî pêşwaziyê li şandeke bilind a ENKS kir

Serok Barzanî pêşwaziyê li şandeke bilind a ENKS kir

Oct 15, 2025 - 14:33
Oct 15, 2025 - 14:35
Serok Barzanî pêşwaziyê li şandeke bilind a ENKS kir
Serok Barzanî pêşwaziyê li şandeke bilind a ENKS kir

Roja Çarşemê, 15ê Cotmeha 2025an, li Pîrmam, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li şandeke bilind a Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) kir, ku ji sekreterên partiyên siyasî yên di nava ENKSê de pêk dihat.

Di vê hevdîtinê de, li ser rewşa siyasî ya herêmê û pêşhatên dawî yên Sûriyeyê danûstandina bîr û ramanan hat kirin.

Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî ligel ku bal kişandina li ser rewşa Kurd li Sûriyeyê kir, tekezî li ser pêwîstiya yekrêziya aliyên Kurdî yên Sûriyeyê kir û herwiha daxwaz kir ku aliyên Kurdî ber bi bihêzkirina bingehên aştiya civakî û lihevhatinê bi Ereb û pêkhateyên din ên Sûriyeyê re bixebitin.