Siyamend Haco: Siyaseta HSDê di van 13 salên dawî de têk çûye
Siyamend Haco: Siyaseta HSDê di van 13 salên dawî de têk çûye
Siyamend Haco, Endamê Rêveberiya Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî, di hevpeyvîneke ligel Rudawê de rexneyên tund li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û serkirdayetiya wê girt, û îdîa kir ku "Amerîka dest ji piştevaniya HSDê berda." Haco anî ziman ku siyaseta HSDê di van 13 salên dawî de têk çûye û ti destkeftek ji bo gelê Kurd li Rojava nebûye, berevajî, bi hezaran şervanên Kurd di şerên li Dêrezor û Reqayê de dane kuştin.
Haco diyar kir ku rexneya wî ya sereke li HSDê ev bû ku wan gelek çekdarên Ereb neçar kirin ku tevlî refên xwe bibin, lê ew çekdar ne ji bo doza xwe ya Erebî, ne jî ji bo doza Kurd şer dikirin. Li gorî Haco, ev şer bû sedema kuştina nêzî 15 hezar şervanên Kurd li Reqayê û bi hezaran li Dêrezorê, û ev windahiyên mezin encameke siyaseta şaş a HSDê bûn. Wî herwiha destnîşan kir ku diviyabû HSDê çekdarên Ereb qebûl nekira, ji ber ku ew ji bo gelê Kurd ne dilsoz bûn û di dawiyê de wan şer ji bo xwe nekirin.
Siyamend Haco ragihand ku Amerîkayê her dem gotiye ku ew ne ji bo piştgiriya Kurdan, an jî ji bo mafên siyasî yên Kurdan hatine Sûriyê, lê tenê ji bo şerê li dijî DAIŞê wekî hêzeke leşkerî li wir in. Haco destnîşan kir ku ev nêzîkatî ya Amerîkayê eşkere bûye, û ji ber vê yekê, dema ku herêmên Kurdan di bin gefê de bûn, Amerîkayê piştevaniya xwe ya berfireh nekir.
Haco rewşa niha ya Rojava wekî encama vê siyaseta şaş dît û got, "Efrîn winda kirin, Serêkaniyê winda kirin." Wî bi bîr xist ku serkirdayetiya HSDê soz dabûn ku heta dawî dê parastina Efrîn û Serêkaniyê bikin, lê di demek kurt de wan herêm teslîm kirin. Haco da zanîn ku diviyabû HSDê di şer de bi gelê Kurd re bi ruh û can be, ne ku bi zorê gelê Ereb tevlî şer bike û şervanên Kurd ji bo destkeftiyên demkî an jî ji bo kêmtir ji 100 dolaran bête kuştin.
Li gorî Haco, îro civaka Kurd li Rojava ji ber vê rêveberiyê tu xizmetek nedîtiye û gelê Kurd ne amade ye ku ji bo siyaseta HSDê ya şaş, xwe bide ber kuştinê. Wî bang li Kurdan kir ku ji bo parastina axa xwe bi xwe tevbigerin û xwe nespêrin hêzên din ên ku berjewendiyên wan ji yên Kurdan cuda ne.
https://www.facebook.com/watch?v=1591133102129630