Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê kir
Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê kir
Roja şemiyê 1ê Tebaxa 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Albrecht von Wittke, Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê – ku bi helkefta bidawîhatina erkên xwe û xatirxwestinê û her wiha ji bo nasandina birêz Christian Ulfke wekî Konsulê Giştî yê nû yê welatê xwe li Hewlêrê serdana Serok Barzanî kiribû, di destpêkê de bi helkefta 43yemîn salvegera Enfala Barzaniyan sersaxî û hevxemiya xwe ji Serok Barzanî re ragihand û ew karesat wek bîranîneke tehl di dîroka gelê Kurdistanê de wesif kir. Her wiha spasiya hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê kir ku di dema karkirina wî de li Hewlêrê pê re hevkar û hemaheng bûne û karkirina xwe ya li Herêma Kurdistanê wek ezmûneke dewlemend bi nav kir.
Birêz Albrecht von Wittke, ligel bal kişandina bi peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê, hêvî xwest ku ew peywendî berdewam bin û tekez li ser berdewamiya piştevaniya welatê xwe ji bo karkirin û hemahengî ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di rûbirûbûna terorê de kir.
Di heman hevdîtinê de, Serok Barzanî ligel derbirîna spasî û rûmetê ji bo birêz Albrecht von Wittke, xêrhatina birêz Christian Ulfke Konsulê nû yê Almanyayê jî kir û hêviya serkeftinê di erk û karên wî de jê re xwest. Her wiha spasiya gel û hikûmeta Almanyayê kir ku di rojên teng û di şerê li dijî terorîstan de piştevaniya Pêşmerge û gelê Kurdistanê bûne û daxwaza kûrkirin û pêşxistina peywendî û dostaniya her du aliyan di warên cuda de kir.
Di beşeke din a hevdîtinê de ronahî xistin ser rewşa siyasî û ewlekarî ya Iraqê û her wiha guhertin û girjiyên navçeyê û metirsiyên serhildana teror û tundrewiyê li Rojhilata Navîn.
Pêvajoya siyasî ya Herêmê, rewşa Kurdan li Sûriyeyê û pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.