UNHCR Serdana Nivîsîngeha Qamişlo ya BCF Kir

UNHCR Serdana Nivîsîngeha Qamişlo ya BCF Kir

Jan 24, 2026 - 15:28
UNHCR Serdana Nivîsîngeha Qamişlo ya BCF Kir
UNHCR Serdana Nivîsîngeha Qamişlo ya BCF Kir

Şanda Bilind a UNHCRê li Qamişlo Rûmeta Xwe ji Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî re Anî Ziman

Şandeke bilind a Dezgeha Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Penaberan (UNHCR) li Sûriyeyê, bi serokatiya James Karanja, di 24.01.2026'an de serdana Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li bajarê Qamişlo kir. 

Di serdanê de di navbera her du aliyan de civînek hat lidarxistin û li ser rewşa mirovî ya herêmê û rewşa dijwar a koçberan hate gotûbêjkirin. 

Herwiha şandê serdana cihên belavkirina alîkariyan kir û sosretî û rûmeta xwe ji kalîte û rêxistinkirina karên mirovî yên Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî re anî ziman û spasîya hewldanên wan jî kir.