Kameramanê navdar ê Kurd Kemal Seydo koça dawiyê kir
Kameramanê navdar ê Kurd Kemal Seydo îro li Warendorf (Almanya) di temenê 86 saliya xwe de çû ber dilovaniya xwedê.
Kameramanê navdar ê Kurd Kemal Seydo îro li Warendorf (Almanya) di temenê 86 saliya xwe de çû ber dilovaniya xwedê.
Kameramanê navdar ê Kurd Kemal Seydo kî ye?
Di sala 1939an de li Efrînê hatiye dinê.
Çalakvanekî siyasî bû, di sala 1959an de li Şamê hat zîndanîkirin.
Ji sala 1961ê ve li Almanyayê ye - yek ji damezrênerên tevgera xwendekarên Kurd e.
Yek ji wan kameramanên pêşîn ê Kurd bû.
35 salan li kanala Almanî WDRê kameraman û rêveberê wêneyan bû.
Di navbera salên 1970 û 1972an de belgefîlmên li ser Kurdistanê çêkirin.
Bi çûyîna wî re Kurdistan çalakvanekî hunera medyayê û dîaspora jî şahidekî girîng ê serdema xwe winda dike.