BCF Alîkariyên ji bo Koçberên Helebê li Gundê Feqîran Didomîne
BCF Alîkariyên ji bo Koçberên Helebê li Gundê Feqîran Didomîne
Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) li Efrînê, di 12/1/2026an de, roja çaremîn li ser hev belavkirina xwarinên germ ji bo malbatên koçber yên Helebê li gundê Feqîran domand. Herwiha 70 betanî (orgûn) jî li wan hatin belavkirin.
Niştecihên gundê Feqîran Kurdên Êzdî ne û gund dikeve sînorê Cindirêsê ya Efrînê. Wan 21 malbatên aware yên ku ji du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê cih û warên xwe bicî hiştine, bi cih kirine û ji wan re cihê mana peyda kirine.
Zêdetirî 22 hezar malbatên koçber, ku zêdetirî 110 hezar kes in, xwe spartine gund û bajarokên sînorê Efrînê û tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi dabînkirina xwarin, germker, çareseriya pizîşkî û pêwîstiyên malê alîkariya wan dikin.