Serok Barzanî: Rê Nadin Destûr Bê Binpêkirin

Barzanî herwiha tekezî li ser Destûra Bingehîn kir û got, "Me destûrek heye ku ji bo me û ji bo Bexdayê jî nexşerê ye. Em tiştekî zêdetir ji wê yekê naxwazin ku di destûrê de ji bo me hatibe diyarkirin. Herçî be, em rê nadin ku destûr bê binpêkirin."

Sep 8, 2025 - 21:08
Serok Barzanî: Rê Nadin Destûr Bê Binpêkirin
Serok Mesûd Barzanî

(FRANCE 24) – Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de bi kanala FRANCE 24 re, tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û hişyarî da ku rê nadin destûr bê binpêkirin.

Kanala navdewletî FRANCE 24, hevpeyvînek taybet bi Serok Barzanî re pêk anîye. Di vê hevpeyvînê de, Serok Barzanî ronahî xistiye ser pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de, û herwiha mijara avakirina kabîneya nû ya hikûmetê li Herêma Kurdistanê jî gotûbêj kiriye.

Serok Barzanî destnîşan kir ku mixabin di derbarê rêkeftinên Hewlêr û Bexdayê de pirsgirêk hene. Wî got, "Pêwîst e em di vê derbarê de rastgo bin. Heger niyeta rastîn ji bo çareserkirina pirsgirêkan hebe, em dikarin serkeftî bin."

Barzanî herwiha tekezî li ser Destûra Bingehîn kir û got, "Me destûrek heye ku ji bo me û ji bo Bexdayê jî nexşerê ye. Em tiştekî zêdetir ji wê yekê naxwazin ku di destûrê de ji bo me hatibe diyarkirin. Herçî be, em rê nadin ku destûr bê binpêkirin."

Serok Barzanî hêvî kir ku destûr bê cîbicîkirin û diyar kir ku pirsgirêka wan ev e ku sîstema federalî nayê qebûlkirin. Her wiha got, "Niha pirsgirêka me ya bi Bexdayê re ev e ku ew federalîzmê qebûl nakin."

Ji aliyekî din ve Serok Barzanî di derbarê avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de jî axivî û got, "Mixabin, em bi vê rewşê ku hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin, ne dilxweş in. Hêvîdar in di meha Îlonê de an jî di çend rojên bê de, parlemento bikare dîsa bicive, ji bo destpêkirina xuleke nû û avakirina hikûmetê."