Daxuyaniya Kurtulmuş Di Bin Navê Têrorê de Înkara Mafên Kurdan e
Daxuyaniya Kurtulmuş Di Bin Navê Têrorê de Înkara Mafên Kurdan e
Hewlêr – Kamal Soleimanî, di analîzeke xwe de, daxuyaniyên Serokê Parlementoya Tirkiyê, Numan Kurtulmuş, wekî tenê nêrîneke takekesî na, lê wekî nûnertiya nêrîna dewleta Tirkiyê ya li ser pirsgirêka Kurd bi nav kir. Kurtulmuş gotibû: "Bi însiyatîfa Tirkiyeya bê teror, em bi dijwarî dixebitin ku em dawî li terorîzma ku di dirêjahiya 50 salan de, ji sed saliya komara me de, wekî zincîrekê li ser lingên Tirkiyê bûye, bînin" (Daily Sabah, "Kurtulmuş dibêje: Tirkiye qet bi terorîstan re peymanê nake").
Li gor Soleimanî, ji nêrîna neteweperestiya Tirk, siyaseta Kurdî û pirsgirêka Kurd, bêyî ku awayê îfadekirin û cewhera wê çi be – çi bi rêya têkoşîna çekdarî û çi bi riya her amûrek siyasî ya din – di eslê xwe de ne rewa tê dîtin. Hebûna siyaseta Kurdî wekî îfadeya daxwazên Kurdan tenê di çarçoveya "terorîzmê" de tê fêmkirin; ji ber ku di vê xeyalê de, Kurd tenê dikare wekî kole an xizmetkar hebe.
Ev nêrîn di sala 1930an de, di daxuyaniya nefretkar lê navdar a 18ê Îlonê de, ji aliyê Wezîrê Dadê yê wê demê, Mahmut Esat Bozkurt ve, hatibû formulêkirin. Ew gotin cewhera neteweperestiya dewletî-Kemalîst li Tirkiyê eşkere dike. Bozkurt, piştî ku li gorî amarên fermî yên dewletê 15 hezar Kurd li Zîlanê hatibûn kuştin, ragihandibû: "Li gorî bawerî û îmana min, cewhera hundirîn a vî welatî Tirk e. Her kesê ku bi eslê xwe Tirk nebe, tenê yek maf li ser axa Tirkan heye, ew jî ew e ku bibe xizmetkar û kole" (Çavkanî: Ergîn 2013).
Soleimanî destnîşan kir ku ya ku Kurtulmuş îro bi navkirina her cure nerazîbûn û îtîraza Kurdî ya 50 salên dawî wekî terorîst dibêje, di eslê xwe de dengvedana heman gotara dewleta-Kemalîst e ku ji aliyê laîk, çepgir, îslamîst û hemû beşên neteweperestiya Tirkiyê ve bi hev re tê dubarekirin: "Kolan mafê siyasetê û pêşkêşkirina daxwazên siyasî nînin; îtîraza wan ji 'axayê Tirk' tenê dikare wekî terorîzm û serhildan were pênasekirin."