Serok Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir
Serok Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir
Roja duşemê 15ê Hezîrana 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Îrfan Siddiq, Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de derbarê geşedan û guherînên dawî yên herêmê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha bal kişandin li ser peywendî û hevahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ya Federal û derbaskirina asteng û berbestan.
Peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê û her wiha pêvajoya siyasî ya navxweyî ya Herêma Kurdistanê mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.