Bi Akira Endo Re Girîngiya Peywendiyan û Veberhênanan Hate Gotûbêjkirin
Serok Nêçîrvan Barzanî Pêşwaziya Balyozê Japonya Kir; Girîngiya Peywendiyan û Veberhênanan Hate Gotûbêjkirin

Hewlêr - Kurdistan: Di sêşema 23ê Îlona 2025an de, li Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Japonya li Iraqê, birêz Akira Endo, kir. Di vê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Japonya, Iraq û Herêma Kurdistanê de, rewşa giştî ya Iraqê, têkiliyên Hewlêr-Bexda, û amadekariyên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê yên pêşerojê bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de, ku rêzdar Hitoshi Ishizuka Konsolosê Japonya li Herêma Kurdistanê jî amade bû, peywendiyên Japonya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re wekî xwedî girîngî û bi qîmet ji bo herdu aliyan hate destnîşankirin. Herwiha tekezî li ser xurtkirin û berfirehkirina warên hevkariya hevbeş hate kirin.
Herdu aliyan amadebûn, xebat û çalakiyên kompanîyên Japonî li Iraq û Herêma Kurdistanê wekî girîng nirxandin. Herwiha bal kişandin ser wan sektorên potansiyel ku Japonya dikare tê de veberhênanan bike, bi mebesta pêşxistina aboriya herêmê. Di vê çarçoveyê de, Serok Nêçîrvan Barzanî spas û rûmeta xwe ji bo piştgiriya Japonya û rol û çalakiyên kompanîyên wê li Iraq û Herêma Kurdistanê dûbare kir.
Di dawiya hevdîtinê de, pêşhatên herî dawî yên Rojhilata Navîn û encamên wan li ser Iraq û welatên herêmê jî wekî mijareke din a girîng hatin gotûbêj kirin.