Dersa Yekemîn a Zanîngeha Şirnexê: Fîlîstîn e... Lê Kurdistan Çima Na?
Ev helwesta Zanîngeha Şirnexê li ser piştgiriya ji gelê Fîlîstînê re, di nav raya giştî û civaka Kurd de bûye sedema nîqaşan. Gel dipirse: "Ger Fîlîstîn birayên me ne, gelo Kurdistan û gelê wê çima ne di rojeva dersên yekemîn de ne?"

Şirnex - Kurdistan: Zanîngeha Şirnexê, bi peyamekê vekirina sala xwendinê ya 2025-2026 ragihand û diyar kir ku dersa yekemîn a îsal dê li ser mijara "Fîlîstîn"ê be, û tekez kir ku ew "birayên xwe yên Fîlîstînî bi tenê nahêle." Ev bername dê di 23ê Îlona 2025an roja Sêşemê, saet di 13.30an de li Navenda Kongreyê ya 15 Tîrmehê ya Zanîngeha Şirnexê were lidarxistin. Rektorê Zanîngehê Prof. Dr. Abdurrahim Alkış dê di vê dersa vekirinê de wek axaftvan cih bigire.
Ev helwesta Zanîngeha Şirnexê li ser piştgiriya ji gelê Fîlîstînê re, di nav raya giştî û civaka Kurd de bûye sedema nîqaşan. Gel dipirse: "Ger Fîlîstîn birayên me ne, gelo Kurdistan û gelê wê çima ne di rojeva dersên yekemîn de ne?"
Rewşa Şirnex û Kurdistanê: Dîrokeke Bi Êş
Dema ku li Zanîngeha Şirnexê dersa yekemîn bi sernavê "Fîlîstîn" tê dayîn û piştgirî ji gelê Fîlîstînê re tê xwestin, divê mirov ji bîr neke ku gelê Şirnexê bi xwe jî di dîrokeke bi êş re derbas bûye. Çendîn caran bajarê wan ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye wêran kirin, bi hezaran mirov ji mal û milkên xwe bêpar mane. Bajarê Şirnexê, wekî gelek bajar û herêmên din ên Kurdistanê, di salên dawî de gelek caran bûye hedefa operasyonên leşkerî. Di encama van operasyonan de, gelek tax û gund hatine rûxandin, aboriya herêmê têk çûye û bi hezaran welatî neçar mane ku ji warên xwe koç bikin. Ev yek bîranînên êşdar ên ku di dilê her Şirnexî de ne.