Civînên Li Ser Rêxistinkirina Hêza Pêşmerge Berdewamin
Li Serokatiya Herêma Kurdistanê, berpirsên sazî û damêzraweyên têkildar ên Herêmê û şandeke leşkerî û dîplomatîk a Amerîkî, di civîneke hevbeş de, pêşketinên di pêvajoya çaksaziya Hêza Pêşmerge nirxandin.
Hewlêr - Kurdistan: Îro 16ê Îlona 2025ê Civînên li ser çaksazî û rêxistinkirina Hêza Pêşmerge, di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de, bi gotûbêjan berdewam kirin.
Li Serokatiya Herêma Kurdistanê, berpirsên sazî û damêzraweyên têkildar ên Herêmê û şandeke leşkerî û dîplomatîk a Amerîkî, di civîneke hevbeş de, pêşketinên di pêvajoya çaksaziya Hêza Pêşmerge nirxandin.
Di gotûbêjan de, tekezî li ser giringiya serkeftina pêvajoya çaksaziyê û pêwîstiya yekxistina Hêzên Pêşmerge hat kirin. Her wiha, gavên dawîn ên hatine avêtin û qonaxên ku li pêş in, bi hûrgilî hatin eşkerekirin.
Her du aliyan, hewl û gavên hevbeş ji bo bilezkirina pêvajoyê û çareserkirina astengên berdest dubare kirin. Di heman demê de, danustandina nêrînên di derbarê berfirehkirina hevahengî û hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de kirin.