Hewlêr Xwe Ji Bo Çalakiya Herî Mezin Amade Dike

Di Salvegera Referandûmê de Çalakiya Herî Mezin û Pêşandana Ala Kurdistanê Tê Lidarxistin

Sep 24, 2025 - 11:01
Hewlêr Xwe Ji Bo Çalakiya Herî Mezin Amade Dike
Referandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de hat lidarxistin.

Hewlêr - Kurdistan: Nivîsîngeha Hewlêrê ya Saziya Giştî ya Parastina Ala Kurdistanê, dê di salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de, li bajarê Hewlêrê çalakiyeke hunerî ya herî mezin û pêşandaneke ala Kurdistanê lidar bixe.

Heyfa Caf, berpirsa Nivîsîngeha Hewlêrê ya Saziya Giştî ya Parastina Ala Kurdistanê, ji Ava Medyayê re ragihand ku roja Pêncşemê saet 9:30ê sibehê, li Parka Alayê ya li ser rêya 120 metreyî ya Hewlêrê, li ser rêya Mûsilê, bi boneya salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê, dê pêşandana herî mezin a ala Kurdistanê were lidarxistin.

Heyfa diyar kir ku dê çend çalakiyên hunerî, wek xwendina helbestan û gotina sirûd û stranên curbicur, ligel pêşandana 60 sîwanên ala Kurdistanê, werin kirin.

Saziya Giştî ya Parastina Ala Kurdistanê di sala 2007an de hatiye damezrandin û heta niha 28 çalakiyên taybet bi ala Kurdistanê û boneyên neteweyî, li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê, bi armanca xizmeta zêdetir ji pirsên neteweyî û niştimanî re, lidar xistiye.

Referandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de hat lidarxistin. Wê demê nêzîkî %93 ê xelkê Kurdistanê bi "belê" ji bo serxwebûna Kurdistanê deng dan.