Fîlma "Dîplomat" Dê Li Hewlêrê Were Pêşandan

Herwiha, hin dîmenên di nava wî fîlmî de nêzîkî kevneşopiyên civakî yên di navbera gelê Kurd û welatê Hîndistanê de ne, bi taybetî di ziman, dawet, û rêwresmên taybetî yên li ser cilûbergên jinên wan ên bedew de.

Sep 24, 2025 - 11:38
Fîlma "Dîplomat" Dê Li Hewlêrê Were Pêşandan
Fîlmê Dîplomat (The Diplomat)

Hewlêr - Kurdistan: Rêveberiya Hunerî ya Sînemaya Hewlêrê, bi hemahengî ligel Konsulxane û Komeleya Dostaniya Kurd û Hîndistanê, pêşandana yekemîn a fîlma “Dîplomat” li Hewlêra paytext ragihand. Biryar e îro Çarşemê, di 25ê Îlonê de, di çarçoveya demsaleke nû ya pêşandanên fîlman û çalakiyên hunerî yên Sînemaya Hewlêrê de, li Sînemaya Empire, saet 6ê êvarê, bi çavdêriya Parêzgarê Hewlêrê, ev fîlm bêpere were pêşandan.

Naveroka vê berhema sînemayî behsa pirsgirêkeke civakî ya niha ya welatê Hîndistanê dike, ku heta niha jî didome. Fîlm kûr diçe nav kevneşopiyên kevnar ên Hîndistanê û awayê cûda yê îbadeta olî li wî welatî. Herwiha, hin dîmenên di nava wî fîlmî de nêzîkî kevneşopiyên civakî yên di navbera gelê Kurd û welatê Hîndistanê de ne, bi taybetî di ziman, dawet, û rêwresmên taybetî yên li ser cilûbergên jinên wan ên bedew de.