Metirsî Li Ser Nemana Tovên Xwemalî Yên Bakurê Kurdistanê Zêde Dibe

Metirsiya li ser tovên Bakurê Kurdistanê bi taybetî Firingîyên Xwemalî yên Sasonê: Gazî ji Bo Parastina Tovên Kurdî yên Resen Tê Kirin

Sep 24, 2025 - 12:50
Metirsî Li Ser Nemana Tovên Xwemalî Yên Bakurê Kurdistanê Zêde Dibe

Êlih (Batman) - Kurdistan – Firingîyên (tamata, bacanê sor) mezin ên ku li gundên bi bilindahiya zêde yên navçeya Sasonê ya bajarê Êlihê li Bakurê Kurdistanê bi tovên xwemalî tên çandin, wekî yek ji mînakên çandiniya xwezayî û organîk derdikevin pêş. Lê belê, di demekê de ku ev firingî bi bîhn û tama xwe ya bêhempa balê dikişînin, tohvên wan ên xwemalî yên Kurdî roj bi roj di metirsiyê de ne û pêwîstî bi parastina wan heye.

Ev firingî, ku ji tovên resen ên kevneşopî hatine bidestxistin, bi rêbazên bi temamî xwezayî û bêyî bikaranîna zibilên kîmyayî an dermanan tên çandin. Her yek ji wan dikare bigihîje heta 700 gramî, û bi bîhn û tama xwe ya xweser tehmeke cuda li ser sifreyan pêşkêş dikin.

Van berhemên ku bi dîmena xwe jî balê dikişînin, wekî berhema kevneşopiya çandiniya xwezayî ya cotkarên herêmê ku bi salan e didomînin, têne nirxandin. Firingîyên ji tovên bav û kalan ku li axên berhemdar ên Sasonê şîn dibin, hem ji bo paşeroja çandiniya xwezayî û organîk dibin çavkaniya hêviyê, hem jî ji bo xerîdaran derfetên xwarina tendurist û xwezayî pêşkêş dikin.

Lê mixabin, ji ber ku tohvên cûda cûda û ne-xwemalî li bazara Bakurê Kurdistanê de tên firotin, tohvên xwemalî yên Kurdî yên vê taybetmendiyê roj bi roj kêm dibin. Ev rewş, bangawazîyek cidî derdixe holê ji bo parastina vê mîrateya çandî û cotkariyê. Pêwîstî bi wê yekê heye ku tohvên xwemalî yên Kurdî li ser cotkaran bêne zêdekirin û piştgirî ji wan re bê kirin da ku ev cûreyên bêhempa yên firingiyan winda nebin û berdewamiya xwe bidin.