Roja Ji Dayikbûna Serok Nêçîrvan Barzanî: Rêberek ji Bo Paşeroja Kurdistanê

Roja Ji Dayikbûna Serok Nêçîrvan Barzanî: Rêberek ji Bo Paşeroja Kurdistanê

Sep 21, 2025 - 08:20
Sep 21, 2025 - 08:32
Roja Ji Dayikbûna Serok Nêçîrvan Barzanî: Rêberek ji Bo Paşeroja Kurdistanê
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr - Kurdistan: Îro, 21ê Îlonê, salvegera ji dayikbûna Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ye. Ev roj ji aliyê gelê Kurdistanê, hemû çîn û tebeqeyên Kurdistanê, pêkhatên Kurdistanê, berpirsên hikûmî, partiyên siyasî, dîplomat û hezkiriyên wî ve bi germî tê pîrozkirin. Serok Barzanî îro dibe 58 salî.

Nêçîrvan Barzanî, ku sala 1966an hatiye dinyayê, yek ji kesayetiyên herî girîng ên dîroka nûjen a Kurdistanê ye. Di seranserê kariyera xwe ya siyasî de, wî roleke sereke di damezrandin û pêşxistina Herêma Kurdistanê de lîstiye. Di demên cuda de wek Serokwezîr û niha jî wek Serokê Herêma Kurdistanê, bi ked û xebateke bêhempa, ji bo aramiya siyasî, pêşveçûna aborî û bihêzkirina peywendiyên navneteweyî yên Herêma Kurdistanê têkoşînê kiriye.

Di warê dîplomasî û peywendiyên derve de, Serok Barzanî wekî sembolekî girîng ê dîplomasiya Kurdî tê naskirin. Hewlên mezin dane ji bo bihêzkirina kiyan û statuya Herêma Kurdistanê li ser asta cîhanê û pêşxistina têkiliyên bi welatên cuda re, ku ev yek di demên herî dijwar de jî bûye bingeha parastina destkeftiyên gelê Kurdistanê.

Di vê roja taybet de, peyamên pîrozbahiyê ji hemî aliyan ve digihîjin Serok Barzanî, di wan de hêviya berdewamiya kar û xebatên wî ji bo aramiya herêmê, geşbûna aborî û azadiya gelê Kurdistanê heye. Di her peyamê de, daxwazên tenduristî, temeneke dirêj, û serkeftinên mayînde ji bo Serok Barzanî û ji bo paşerojeke geştir a Herêma Kurdistanê tînin ziman.

Bi helkefta salvegera ji dayikbûna Serok Nêçîrvan Barzanî, em jî ji dil û can, vê roja girîng pîroz dikin û hêvî dikin ku di bin rêberiya wî de, Herêma Kurdistanê ber bi astên bilindtir ên pêşveçûn û serfiraziyê ve biçe.