Naveroka Civîna Serok Barzanî digel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îtalyayê

Naveroka Civîna Serok Barzanî digel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îtalyayê

Jan 22, 2026 - 08:56
Naveroka Civîna Serok Barzanî digel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îtalyayê
Naveroka Civîna Serok Barzanî digel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îtalyayê

Di çarçoveya serdana xwe ya Îtalyayê de, roja Çarşemiyê 21.01.2026an, li Romayê Serok Mesûd Barzanî û birêz Antonio Tajani Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îtalyayê civiya.

Di wê civînê de, rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên herêmê û Sûriyê bi giştî û metirsiyên ji nû ve derketina DAIŞê hatin gotûbêjkirin, herwiha tekez li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêk û alozîyan bi rêya diyalog û gotûbêja aştiyane, dûrî tundûtûjî, şer û pevçûnan, kirin.

Di beşeke din a civînê de, Wezîrê Derve yê Îtalyayê rola hikmetane ya Serok Barzanî di parastina pêkvejiyan û aramiyê li Iraq û Kurdistanê de bilind nirxand û herwiha hewldanên Serok Barzanî yên ji bo gihîştina aştiyê û aramiyê li Sûriyê ji bo ku gelê Kurd li Sûriyê tûşî neheqiyê nebe, teqdîr kir.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê babeteke din a vê hevdîtinê bûn. Herdu alî li ser giringîdan û zêdetir pêşxistina van peywendiyan di hemû waran de hevrê bûn.

Herwiha Wezîrê Derve yê Îtalyayê piştevaniya welatê xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê dubare kir.