Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê: Me li ser pêşxistina peywendiyên niha û yên paşerojê axivî
Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê: Me li ser pêşxistina peywendiyên niha û yên paşerojê axivî
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê piştî civîna xwe digel Wezîrê Derve yê Fransayê ragihand ku wan li ser pêşxistina peywendiyên niha û yên paşerojê axivîne. Herwiha derbarê rewşa Sûriyê de, wan têgihîştineke hevpar digel Fransayê heye û piştgiriyê didin rêkeftina di navbera Şam û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de.
Îşev Jan-Noël Barrot, Wezîrê Derve yê Fransayê, piştî civînên xwe digel Mihemed Şiya Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê û Fuad Husên, Wezîrê Derve yê Iraqê, gihişt Hewlêrê û yekem civîna xwe digel Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêk anî.
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di civîna rojnamevanî ya hevpar digel Jan-Noël Barrot, Wezîrê Derve yê Fransayê de ragihand: Gelê Kurdistanê xemxuriya Serok Macron ji bo Kurdan ji bîr nake.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê got: Derbarê rewşa Sûriyê de, me têgihîştineke hevpar digel Fransayê hene û piştgiriyê didin rêkeftina di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyê de.
Jan-Noël Barrot, Wezîrê Derve yê Fransayê, her di vê civîna rojnamevanî de got: Em hewl didin mafên Kurdan li Sûriyê biparêzin.
Wezîrê Derve yê Fransayê di beşeke din a axaftina xwe de got: Em dixwazin Kurd li Sûriyê beşdariyeke çalak di hikûmeta wî welatî de bikin. Herwiha Fransa pabendî parastina aramiya Herêma Kurdistanê ye.
Spas ji bo dostên me yên Kurd ji bo baweriya wan bi me heye.
Spas ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wan perçayek zevî ji bo avakirina konsulxaneya nû ya Fransayê veqetandin.