Serok Barzanî Pêşwaziyê li Şandeke Partiya Komunîst a Çînê Kir

Serok Barzanî Pêşwaziyê li Şandeke Partiya Komunîst a Çînê Kir

Dec 15, 2025 - 18:52
Serok Barzanî Pêşwaziyê li Şandeke Partiya Komunîst a Çînê Kir
Serok Barzanî Pêşwaziyê li Şandeke Partiya Komunîst a Çînê Kir

Roja Duşemê, 15ê Kanûna Pêşîn a 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Jîn Şîn, Cîgirê Berpirsê Peywendiyên Derve yên Partiya Komunîst a Çînê, û birêz Tsui Wei, Balyozê Çînê li Iraqê, û birêz Lîu Cîun, Konsolosê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de, şanda mêvan kêfxweşiya xwe ji serdanê re anî ziman û li ser navê Partiya Komunîst a Çînê, serkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên dawî yên Encûmena Nûneran a Iraqê de li Serok Barzanî û PDKê pîroz kirin, ku PDK karî zêdetirî mîlyonek deng bidest bixe û bibe partiya yekem li ser asta Iraqê.

Di beşeke din a hevdîtinê de, girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê û peywendiyên kevnare yên bi Partiya Komunîst a Çînê re hat gotûbêjkirin. Şanda mêvan tekez kir ku wek Komara Çînê, ew dixwazin peywendiyên xurt di warên aborî, bazirganî û çandî de di navbera her du aliyan de hebin û bi girîngî li wan peywendiyan dinêrin. Herwiha wan piştgiriya Komara Netewî a Çînê ji bo Herêma Kurdistanê dubare kirin.

Di civînê de, Serok Barzanî bi germî pêşwaziya şanda mêvan kir û rêz û hurmeta xwe ji bo gel, şaristanî û dîroka Çînê anî ziman. Herwiha girîngiya peywendiyên di navbera PDK û Partiya Komunîst a Çînê de, û herwiha di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê de destnîşan kir. Herwiha hêvî kir ku peywendiyên di navbera her du aliyan de berdewam bin û bêtir berfireh bibin.

Di heman demê de, pejirandina encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, pêvajoya pêkanîna hikûmeta nû ya federal, û pêvajoya siyasî ya Iraqê, mijarên din ên civînê bûn.