Serok Barzanî Bang li Xelkê Kir: Divê Rêz li Penaberên Ereb ên Sûriyeyî Were Girtin

Serok Barzanî Bang li Xelkê Kir: Divê Rêz li Penaberên Ereb ên Sûriyeyî Were Girtin

Jan 12, 2026 - 18:09
Jan 12, 2026 - 18:11
Serok Barzanî Bang li Xelkê Kir: Divê Rêz li Penaberên Ereb ên Sûriyeyî Were Girtin
Serok Barzanî Bang li Xelkê Kir: Divê Rêz li Penaberên Ereb ên Sûriyeyî Were Girtin

Serok Mesûd Barzanî, di peyamekê de ku di 12ê Çileya Paşîn a 2026an de weşand, li dijî kampanyayên nebaş ên li dijî welatiyên Ereb ên Sûriyeyî yên li Herêma Kurdistanê dijîn, helwesteke tund nîşan da û bang kir ku ev cure tevger bi dawî bibin.

Peyama Serok Barzanî di bertekekê de li hember bûyerên çend rojên borî yên bajarê Helebê hat weşandin. Barzanî anî ziman ku mixabin, li hin dezgehên medyayî, medyaya civakî û navendên din, "kampanyayek li dijî wan welatiyên Ereb ên Sûriyeyî yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn, tê dîtin."

Serok Barzanî ev cure kampanya û tevger wekî "ne li cihê xwe ne" bi nav kir û tekez kir ku ew "bi ti awayî li gorî prensîb û nirxên gelê Kurdistanê nînin û li dijî siyaseta giştî û nêrîna giştî ya saziyên Herêma Kurdistanê ne."

Di peyama xwe de, Barzanî prensîbeke bingehîn destnîşan kir: "Di rastiyê de, sûcên ku ji aliyê hinekan ve tên kirin, divê neyên xistin ser milê kesên din ku tu têkiliya wan bi wan tawanan re tunebûye." Wî bang kir ku divê "rêz li wan penaber û welatiyên Ereb ên Sûriyeyî were girtin ku li Herêma Kurdistanê penaber bûne û li vir dijîn."

Serok Barzanî herwiha daxwaz kir ku "pêwîst e dawî li vê kampanyaya nebaş were anîn û aliyên peywendîdar rê li ber dubarebûna van tevgeran bigirin." Ev peyam wekî bangeke girîng ji bo parastina aşitî û hevtêgihîştina civakî di Herêma Kurdistanê de hate dîtin.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Di bertekên li hember bûyerên çend rojên borî yên bajarê Helebê, mixabin li hin dezgehên medyayî, medyaya civakî û navendên din, kampanyayek li dijî wan welatiyên Ereb ên Sûriyeyî yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn, tê dîtin. Ev cure kampanya û tevger ne li cihê xwe ne û bi ti awayî li gorî prensîb û nirxên gelê Kurdistanê nînin û li dijî siyaseta giştî û nêrîna giştî ya saziyên Herêma Kurdistanê ne.

Di rastiyê de, sûcên ku ji aliyê hinekan ve tên kirin, divê neyên xistin ser milê kesên din ku tu têkiliya wan bi wan tawanan re tunebûye. Divê rêz li wan penaber û welatiyên Ereb ên Sûriyeyî were girtin ku li Herêma Kurdistanê penaber bûne û li vir dijîn û pêwîst e dawî li vê kampanyaya nebaş were anîn û aliyên peywendîdar rê li ber dubarebûna van tevgeran bigirin.

Mesûd Barzanî
12.01.2026