Serok Barzanî pêşwaziya şandek ji Desteya Rêveberiya Yaneya Werzîşî ya Amed Spor kir
Serok Barzanî pêşwaziya şandek ji Desteya Rêveberiya Yaneya Werzîşî ya Amed Spor kir
Roja Duşemê, 12.01.2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Desteya Rêveberiya Yaneya Werzîşî ya Amedê (Amed Spor) bi serokatiya serokê yaneyê, birêz Nahîd Eren, kir.
Di hevdîtinê de, şanda mêvan kurteyek ji çalakiyên werzîşî yên Yaneya (Amed Spor) ji Serok Barzanî re pêşkêş kirin, ku yek ji yaneyên pêşeng ên welatê Tirkiyeyê ye. Herwiha girîngiya Herêma Kurdistanê di geşepêdana warê werzîşê de bilind nirxandin.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mêvan kir û ragihand ku werzîş roleke girîng û berbiçav di gihandina peyama aşitî û biratiyê de heye. Herwiha destxweşiyê li serok û desteya rêveberiyê û lîstikvan û alîgirên yaneyê kir û hêviya serkeftineke zêdetir ji bo wan di paşerojê de xwest.