Li Hewlêrê Pênc Parkên Mezin Tên Avakirin
bajarê Hewlêrê xwedî 23 parkên mezin û 194 parkên biçûk e. Herwiha, xwedî 33 qadên bi dar hatine çandin, 22 kemberên kesk, 209 daristan û 163 giravên navendî ye.
Hewlêr - Kurdistan: Li Hewlêrê, pênc parkên mezin bi rûberên cuda têne avakirin û zêdetirî 40 hezar darên cûrbecûr û nebatên xemilandî dê tê de werin çandin. Ev proje di çarçoveya hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo rûbirûbûna guherînên av û hewayê û zêdekirina rêjeya qadên kesk yên li bajaran tê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke zêdetir dide avakirina park û baxçeyan, çandina daran, avakirina daristanan û giravên navendî. Ev gavên hanê dê bandoreke erênî li ser jîngeha herêma Kurdistanê çêbikin û li dijî guherînên av û hewayê bibin alîkar.
Serwer Weysî Kerîm, Berpirsê Beşa Ragihandinê ya Beşa Endezyariya Parkan, ji Ava News re ragihand: "Pênc parkên mezin li Hewlêrê tên avakirin û hinek ji wan di qonaxa temamkirinê de ne. Her pênc proje bi tevahî pênc sed hezar metirduca ne, ku dike 200 donim ax. Herwiha zêdetirî 40 hezar darên cûrbecûr dê tê de werin çandin."
Niha xebat li ser avakirina pênc parkan tê kirin:
Parka Kesk a Yekteribra 150 Metre: Rûbera wê 150 hezar metirduca (60 donim) ye, û nêzîkî pênc hezar darên cûrbecûr hatine çandin.
Parka Kesk a Yekteribra 120 Metre: Rûbera wê 205 hezar metirduca (80 donim) ye, û nêzîkî heşt hezar dar dê tê de werin çandin.
Parka Reşkîn: Rûbera wê 116 hezar metirduca (47 donim) ye, û 16 hezar darên cûrbecûr dê tê de werin çandin.
Parka Taxa Naz Naz: Rûbera wê 11 hezar metirduca (çar donim û nîv) ye, û pênc hezar darên cûrbecûr dê tê de werin çandin.
Parka Taxa Jiyan: Rûbera wê 17 hezar metirduca (7 donim) ye, û pênc hezar darên cûrbecûr dê tê de werin çandin.
Amar û Statîstîkên Heyî yên Park û Baxçeyan Li Hewlêrê:
Daneyên herî dawî yên park û baxçeyan di sînorê şeş şaredariyên Hewlêrê de wiha ye:
Şaredariya Yek: Neh parkên mezin, 28 parkên biçûk, du qadên dar û sîyac, 12 daristan, 23 giravên navendî.
Şaredariya Du: Du parkên mezin, 46 parkên biçûk, çar qadên dar û sîyac, pênc kemberên kesk, 26 daristan, 33 giravên navendî.
Şaredariya Sê: Sê parkên mezin, 35 parkên biçûk, pênc qadên dar û sîyac, pênc kemberên kesk, 20 daristan, 20 giravên navendî.
Şaredariya Çar: Sê parkên mezin, 40 parkên biçûk, 17 qadên dar û sîyac, heşt kemberên kesk, 69 daristan, 42 giravên navendî.
Şaredariya Pênc: Çar parkên mezin, 31 parkên biçûk, çar qadên dar û sîyac, yek kembereke kesk, 51 daristan, 20 giravên navendî.
Şaredariya Şeş: Du parkên mezin, 14 parkên biçûk, yek qada dar û sîyac, sê kemberên kesk, 31 daristan, 25 giravên navendî.
Li gorî van zanyarî û daneyan, bajarê Hewlêrê xwedî 23 parkên mezin û 194 parkên biçûk e. Herwiha, xwedî 33 qadên bi dar hatine çandin, 22 kemberên kesk, 209 daristan û 163 giravên navendî ye. Ev statîstîkên nû bi avakirina pênc parkên din re dê hê bêtir zêde bibin, ku Hewlêrê bike bajarekî kesk û jîngehdost.