Şîrketên Amerîkî Dixwazin Li Kurdistanê Veberhênanê Bikin

bi kêfxweşî pêşwazî li veberhênerên Herêma Kurdistanê jî dikin ku berhem û kelûpelên xwe hinardeyî Amerîkayê bikin. Wî got, "Berhemên girîng li Kurdistanê hene, wek nimûne hingiv ku gelek bi tam e û kalîteya wê jî bilind e."

Sep 8, 2025 - 13:51
Şîrketên Amerîkî Dixwazin Li Kurdistanê Veberhênanê Bikin
Ala Kurdistan û Amerika

Hewlêr - Kurdistan: Cîgirê Serokê Jûra (Odeya) Bazirganî ya Amerîkayê, bi taybetî ji bo AVA News, ragihand ku şîrketên Amerîkî dixwazin asta karûbarên xwe li Herêma Kurdistanê di hemû kert û sektoran de berfireh bikin. Herwiha pesnê rola Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo hewldanên wî yên li ser cûrbecûrkirina aboriya Herêma Kurdistanê kir.

Şandeyek ji Odeya Bazirganî ya Amerîkayê û hejmarek veberhênerên Amerîkî, ku ji zêdetirî 25 şîrketan pêk tên, hatine bajarê Hewlêrê. Armanca serdana wan, berfirehkirina veberhênanê di warên cûrbecûr de ye.

Steve Lutz, Cîgirê Serokê Odeya Bazirganî ya Amerîkayê, di daxuyaniyeke taybet de ragihand ku serdana vê dawiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya bo Amerîkayê, bê guman rê li ber dîtina şîrketên Amerîkî vekir. Hatina şîrketan bi piştgirîya Wezareta Bazirganî ya Amerîkayê ye û hêvî dike ku rêkeftinên ku li vir tên kirin, ji aliyê Wezareta Bazirganî ya Amerîkayê ve bi fermî bên pejirandin.

Li gor gotina Steve Lutz, Serokê Şandeya Amerîkî, ew şîrketên Amerîkî yên ku hatine Herêma Kurdistanê, di warên berhemanîna gazê, teknolojî, tenduristî û çandiniyê de dixebitin û li dû derfetên bazirganî yên nû ne. Ew dixwazin bizanin ka jîngeha veberhênanê li Herêma Kurdistanê çawa ye.

Ji aliyekî din ve Cîgirê Serokê Odeya Bazirganî ya Amerîkayê herwiha dubare kir ku ew bi kêfxweşî pêşwazî li veberhênerên Herêma Kurdistanê jî dikin ku berhem û kelûpelên xwe hinardeyî Amerîkayê bikin. Wî got, "Berhemên girîng li Kurdistanê hene, wek nimûne hingiv ku gelek bi tam e û kalîteya wê jî bilind e."