Girîngiya Teknolojî û Zîrekiya Destkird Ji Bo Paşeroja Kurdistanê
Serok Nêçîrvan Barzanî: Girîngiya Teknolojî û Zîrekiya Destkird Ji Bo Paşeroja Kurdistanê

Silêmanî - Kurdistan: Êvara çarşemê, 15ê Cotmeha 2025an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di merasîma derçûna xula çardehemîn a Zanîngeha Amerîkî li Iraqê – Silêmaniyê de beşdar bû. Di vê merasîma taybet de 218 xwendekarên bekaloryos û masterê bi serkeftî xwendina xwe qedandin.
Di merasîmê de, Dr. Bîlal Wehab, Serokê Zanîngehê, û General David Petraeus, hevalê dilsoz ê gelê Kurdistanê, di gotarên xwe de pesnê Serok Nêçîrvan Barzanî û piştgiriya wî ya ji bo Zanîngehê, herwiha hewldanên wî yên ji bo pêşxistina Herêma Kurdistanê û rola wî ya serkirdayetiyê dan.
Serok Barzanî jî di gotara xwe de, rola Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê di perwerdekirina nifşekî gihîştî û hêvîdar de bilind nirxand. Wî spasiya taybet ji General David Petraeus re kir ji bo piştgirî û hevkariyên wî di demên dijwar de ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê.
Di beşeke girîng a axaftina xwe de, Serok Barzanî vekirina Taqîgeha Zîrekiya Destkird (AI) ya bi navê General Petraeus li Zanîngehê, wekî nîşanek spasiyê ji gelê Kurdistanê ji bo hevkariyên wî yên hêja bi nav kir. Herwiha bal kişand ser girîngiya bêhempa ya Zîrekiya Destkird (AI) ji bo niha û paşeroja hemû warên jiyanê.
Serok Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de, ku naveroka wê li jêr e:
"Cihê kêfxweşiya min e ku ez li Silêmaniyê me, û vê êvarê ez bi beşdarbûna bi du bîranîn û merasîmên dilşadker û taybet de bi we yên hêja re hê bêtir kêfxweş im. Pîrozbahiya derçûna çardehemîn xula Zanîngeha Amerîkî li Iraqê - Silêmaniyê, herwiha vekirina Taqîgeha Petraeus ji bo Zîrekiya Destkird (AI), ku pêngavek pêşeng û hêvîdar e ber bi paşeroja zanistî û teknolojîk ve li Kurdistanê û li seranserê Iraqê."
Barzanî herwiha xêrhatineke germ li General Petraeus kir û jê re pîrozbahî li ser wergirtina Doktoraya Rûmetê li Zanîngehê kir.
Pîrozbahî Ji Derçûyan Re û Girîngiya Rola Ciwanan:
Serok Barzanî pîrozbahiyên germ li derçûyan kir û tekez kir ku ew "ne tenê xwediyê bawernameyekê ne, belkî hûn emanetek mezin hildigirin ku avakirina paşeroja vî welatî li ser we ye." Barzanî anî ziman ku Kurdistan û Iraq hewcedariya wan bi zanist, fikir, dahênerî û enerjiya ciwanan heye.
"Ew paşeroja ku em li Kurdistan û Iraqê xeyal dikin, ji bilî we, kesek din çê nake. Hûn in ku serokayetiya çerxa geşbûnê dikin, hûn in ku civakek û welatek bihêz û pêşkeftî û nûjen û geş ava dikin. Welatek, civakek ku li ser nirxên azadî, demokrasi, cihêrengî, vekirîbûn, zanîn û pêşketinê, tê avakirin."
Pêngaveke Nû Di Teknolojiyê De:
Li ser Taqîgeha Petraeus ya AI, Serok Barzanî got: "Ev projeya pêşeng, ku niha bi zimanê Kurdî, zaravayê Soranî, dest pê dike û paşê dê ji bo zaravayên din jî were pêşxistin û bi Kurdî bifikire, ne tenê nêrîna zanîngehê nîşan dide, belkî jî pêbaweriyeke mezin nîşan dide ku em ne tenê bikarhênerên teknolojiyê ne, belkî em dixwazin û dikarin çêkerên teknolojiyê jî bin." Herwiha destnîşan kir ku ev yek dê zimanê Kurdî ber bi qonaxeke pêşketî ve bibe û wê cîhanî bike.
Rola General Petraeus:
Serok Barzanî, rola General David Petraeus di dîroka Iraq û Herêma Kurdistanê de bi bîr anî, tekez kir ku wî "bi camêrî li gel Iraq û Herêma Kurdistanê rûbirûyî teror û terorîstan bû, herwiha beşdarî piştgiriya çendîn projeyên girîng li Herêma Kurdistan û Iraqê kir." Barzanî behsa anîna komputeran ji bo Zanîngeha Silêmaniyê û beşdariya wî di avakirina balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê de kir.
Vekirina Asmanî ya Silêmaniyê:
Di axaftina xwe de, Serok Barzanî, mizgîniya vekirina asmanê Tirkiyeyê li ser rûyê Balafirgeha Silêmaniyê da, anî ziman ku ev biryar piştî hevdîtina wî bi Serok Erdogan re hatiye dayîn, û hêvîdar e ku firînên asmanî ji Silêmaniyê ber bi Tirkiye û Ewropa ve dest pê bikin.
Bîranîna Mam Celal:
Herwiha bîranîna Serok Mam Celal kir û pêşniyara guhertina navê Balafirgeha Silêmaniyê bo Balafirgeha Serok Mam Celal bi bîr anî, û diyar kir ku Mam Celal piştgirekî mezin bû ji bo Zanîngeha Amerîkî û hemû Iraqê.
Di dawiyê de, Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji derçûyan re xwest û got: "Hûn ji bo me hemûyan, ji bo Kurdistanê û ji bo Iraqê, cihê şanazî û hêvî û umêd in."