Serok Nêçîrvan Barzanî Pîrozbahiyê Li Cîgirên Serokê Encûmena Nûneran Kir
Serok Nêçîrvan Barzanî Pîrozbahiyê Li Cîgirên Serokê Encûmena Nûneran Kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro sêşemê 30ê Kanûna Pêşîn a 2025an, bi peyamên cuda pîrozbahiyê li birêz Heybet Elhelbûsî bi boneya hilbijartina wî wek Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê, herwiha li birêz Ednan Feyhan bi boneya hilbijartina wî weke Cîgirê Yekem ê Serokê Encûmena Nûneran û li birêz Dr. Ferhad Etrûşî bi boneya hilbijartina wî weke Cîgirê Duyem ê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê di xûla şeşemîn de kir.
Di peyama xwe ya ji bo Cîgirê Yekem Ednan Feyhan de, Serok Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê di erka wî ya nû de xwest û diyar kir ku baweriya endamên Encûmena Nûneran bi cenabê wî, erk û berpirsiyariyeke girîng dixe ser milên wî. Barzanî anî ziman ku ew hêvîdar e cenabê Feyhan di Desteya Serokayetiyê de roleke çalak di xurtkirina rola yasadanîn û çavdêriya encûmenê de bibîne. Wî herwiha destnîşan kir ku divê roleke bibandor di çêkirina hevahengî û têgihîştineke zêdetir di navbera fraksiyon û hêzên siyasî de bilîze û bibe alîkar ji bo birêveçûna serkeftî ya karên Encûmena Nûneran li Iraqa federal de.
Herweha, Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Dr. Ferhad Etrûşî jî kir ku weke Cîgirê Duyem ê Serokê Encûmena Nûneran hat hilbijartin. Wî hêvî kir ku cenabê Etrûşî bi awayekî herî baş rol û erka xwe di Desteya Serokayetiya Encûmenê û birêveçûna pêvajoya yasadanînê de bibîne, bi awayekî ku di xizmeta hemû pêkhatên Iraqê de be. Serok Barzanî di peyama xwe de anî ziman ku ew çaverê ne ku hebûna Dr. Etrûşî di wê postê de, bibe hander û teşwîqek ji bo xurtkirina ruhê hevkariyê û bihevre karkirina di navbera fraksiyonên cuda de û ji bo serxistina karê parlamenteriyê.
Serok Nêçîrvan Barzanî Pîrozbahiyê li Cîgirê Yekem ê Serokê Encûmena Nûneran Kir
Bi boneya hilbijartina Cîgirê Yekem ê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê di xûla şeşemîn de, bi germî pîrozbahiyê li birêz Ednan Feyhan dikim. Hêviya serkeftinê di vê erkê wî yê nû de jê re dixwazim.
Baweriya endamên Encûmena Nûneran bi cenabê wî, erk û berpirsiyariyeke girîng dixe ser milên wî; ji bo ku di Desteya Serokayetiyê de roleke çalak di xurtkirina rola yasadanîn û çavdêriya encûmenê de bibîne.
Hêvîdar in cenabê wî roleke bibandor di çêkirina hevahengî û têgihîştineke zêdetir di navbera fraksiyon û hêzên siyasî de bilîze û bibe alîkar ji bo birêveçûna serkeftî ya karên Encûmena Nûneran li Iraqa federal de.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
30.12.2025
Serok Nêçîrvan Barzanî Pîrozbahiyê li Cîgirê Duyem ê Serokê Encûmena Nûneran Kir
Bi boneya hilbijartina Cîgirê Duyem ê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê ya federal, bi germî pîrozbahiyê li birêz Dr. Ferhad Etrûşî dikim û hêviya serkeftinê jê re dixwazim.
Hêvîdar in cenabê wî bi awayekî herî baş rol û erka xwe di Desteya Serokayetiya Encûmenê û birêveçûna pêvajoya yasadanînê de bibîne, bi awayekî ku di xizmeta hemû pêkhatên Iraqê de be.
Em çaverê ne ku hebûna cenabê wî di wê postê de, bibe hander û teşwîqek ji bo xurtkirina ruhê hevkariyê û bihevre karkirina di navbera fraksiyonên cuda de û ji bo serxistina karê parlamenteriyê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
30.12.2025