Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokê Îmaratê Rewşa Herêmê Gotûbêj Kirin

Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokê Îmaratê Rewşa Herêmê Gotûbêj Kirin

Apr 30, 2026 - 21:09
Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokê Îmaratê Rewşa Herêmê Gotûbêj Kirin
Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokê Îmaratê Rewşa Herêmê Gotûbêj Kirin

Îro pêncşemî 30.04.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li Ebû Dabî ji aliyê cenabê Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehyan, Serokê Dewleta Mîrnişînê ve hate pêşwazîkirin û piştre civiyan.

Di civînê de, pêşxistina peywendiyên Mîrnişînê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û bihêzkirina asoyên hevkariya wan di hemû waran de hatin gotûbêjkirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendî û pêşveçûna her du aliyan bike.

Her du aliyan derbarê geşedanên dawî û encamên metirsîdar ên rewşa herêmê yên li ser asayîş û aramiya herêmî û navdewletî de, danustandina bîr û ramanan kirin. Di vê derbarê de, tekez li ser girîngiya xebata hevbeş û bihêzkirina hevrêzî û hevkariya hevbeş kirin ji bo parastina aramî û dûrxistina metirsiyan.

Çend mijarên din ên girîng hevbeş, mijarên din ên civînê bûn.