Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Raspartî ElZeydî, Pêvajoya Siyasî Gotûbêj Kirin
Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Raspartî ElZeydî, Pêvajoya Siyasî Gotûbêj Kirin
Êvara îro Şemî 02.05.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Elî Falih ElZeydî, Serokwezîrê Raspartî yê Iraqê kir, ku bi hevrêtiya şandek ji serkirdeyên Çarçoveya Hemahengiyê serdana Herêma Kurdistanê kirine.
Di civînê de, wan gelek dosyeyên cuda, bi taybetî pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, gotûbêj kirin. Di vî warî de her du aliyan tekez li ser girîngiya xurtkirina diyaloga di navbera hêzên siyasî de kirin, bi mebesta avakirina hikûmeteke ku xizmeta hemû pêkhateyên Iraqê bike û rengvedana daxwazên wan de.
Her di civînê de, rêkxistina peywendiyên Hewlêr - Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya destûr û yasayên cîbicîkirî de hate gotûbêjkirin.