Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqa Federal civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqa Federal civiyan

Aug 5, 2026 - 22:00
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqa Federal civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqa Federal civiyan

Êvara îro çarşem 05.08.2026 di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel birêz Elî El-Zeydî, Serokwezîrê Iraqa Federal civiya.

Di civînê de, rewşa giştî ya Iraqê, asteng û kêşeyên niha yên vê qonaxê, pêşketinên rewşa herêmî û navdewletî û bandorên wan li ser Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî, piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo bernameya karê Hikûmeta Federal û bi hevre kar kirina bi navê bicihkirin û serxistina wê de, bi awayekî ku xizmeta hemû pêkhateyên Iraqê û aramiya siyasî û ewlehiya tevahî ya welat bike, dûpat kir.

Di beşeke din a gotûbêjên civînê de, digel xistina rojevê ya mijara peywendiyên Hewlêr - Bexda û xurtkirina hevkariya hevbeş a di navbera wan de, tekez li ser girîngiya yekhelwestiya siyasî û hevahengiya berdewam di navbera saziyên dewletê de bi armanca parastina welat ji gef û metirsiyan, kirin.