Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya Şîna Mîrê berê yê Qeterê kir
Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya Şîna Mîrê berê yê Qeterê kir
Piştî nîvroya îro duşem 13.07.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li gel hejmarek ji serkirde û berpirsên bilind ên welatên herêmê û cîhanê li Dohaya paytexta Qeterê, beşdariya rêwresma şîna Şêx Hemed Bin Xelîfe Al Sanî, Mîrê berê yê dewleta Qeterê kir û ji aliyê rêzdar Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî, Mîrê Dewleta Qeterê ve hat pêşwazîkirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî bi navê xwe û Herêma Kurdistanê, sersaxî, hevxemiya xwe ya kûr û hevsoziya xwe pêşkêşî rêzdar Mîrê Dewleta Qeterê û malbata serwer û gelê Qeterê kir û hêvî xwest ku Xwedayê mezin giyanê koçkirî bi rehm û dilovaniya xwe şad bike û aramî û hedarê bide hemûyan.
Ji aliyê xwe ve, rêzdar Mîrê Qeterê spasî û rûmetên xwe pêşkêşî rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê kir ji bo amadebûn û beşdariya wî di rêwresma şînê de, herwiha hevxemiya Herêma Kurdistanê bi dewleta Qeterê re bi bilind nirxand.