Mesrûr Barzanî Pêşwaziya Şanda Amedsporê Kir û Hêviya Serkeftinê Jê re Xwest
Mesrûr Barzanî Pêşwaziya Şanda Amedsporê Kir û Hêviya Serkeftinê Jê re Xwest
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya şandeke Komîteya Rêveber a tîma sporê ya Amed (Amedspor) kir ku serokatiya wê ji aliyê Serokê Yaneya Amedsporê birêz Nîhad Eren ve dihate kirin.
Di civînê de, şanda mêwan bi awayekî kurt behsa yaneya Amedsporê û kar û çalakiyên xwe kirin. Wan destnîşan kir ku Amedspor yek ji yaneyên sporê yên pêşeng li Tirkiyeyê ye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di axaftina xwe de, girîngiya rol û peyama aşitî û aramiya spor û werzişvanan di navbera gelan de, bilind nirxand. Barzanî destxweşî li Amedsporê kir û hêviya serkeftin û pêşketinên zêdetir ji wan re xwest. Herwiha, wî piştgiriya xwe ji bo bizavên werzişî û werzişvanan dubare kir.