Parêzgarê Hewlêrê Pêşwaziyê li Berpirsê Yekîtiya Ewropayê Kir
Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê kêfxweşiya xwe bi hevdîtinê anî ziman û spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parêzgariya Hewlêrê kir ku ji bo hemû hêsankirin û piştgirî û hevkariyên ku pêşkêşî wan kirine
Hewlêr – Kurdistan: Îro Çarşem, 10ê Îlona 2025ê, Parêzgarê Hewlêrê, Umêd Xoşnav, li dîwana Parêzgariyê pêşwaziyê li Rado Botom, Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de, Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê kêfxweşiya xwe bi hevdîtinê anî ziman û spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parêzgariya Hewlêrê kir ku ji bo hemû hêsankirin û piştgirî û hevkariyên ku pêşkêşî wan kirine. Paşê, kurteyek li ser proje û kar û çalakiyên wan ên di warê çandî, nûjenkirina cih û warên dîrokî, lidarxistina perwerdehiyên ji bo pêşxistina mirovî û çandî û çawaniya alîkariya welatiyên sivîl pêşkêş kir.
Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Hewlêrê, ligel xêrhatinê, destnîşan kir ku ew ji nêz ve agahdarê karên wan e û ew piştrast kir ku li sînorê Parêzgariya Hewlêrê, hemû daîre û saziyên peywendîdar dê bibin alîkar û hevrêzên wan. Wî her wiha got ku, wek Parêzgariya Hewlêrê, her hêsankarî hebe dê ji wan re were pêşkêşkirin. Xoşnav diyar kir ku pêwendiyên wan ên baş û projeyên hevbeş bi hemû Konsulxaneyên welatên Yekîtiya Ewropayê re li Hewlêrê hene.
Parêzgarê Hewlêrê her wiha ragihand: "Em hêvî dikin ku Yekîtiya Ewropayê taybetmendiya bajarê Hewlêrê, ku yekemîn bajar e li ser asta Iraqê ku gelek çalakî tê de hene, bide ber çavan û pêwendiyên me bêtir pêşve bibe."
Di mijareke din a hevdîtinê de, li ser serdana Balyozê nû yê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê bo Herêma Kurdistanê, ku biryar e di van nêzîkan de serdana xwe bike, hate gotûbêj kirin. Ji bo vê armancê, Parêzgarê Hewlêrê, ligel pîrozkirina destbikarbûna wî, destnîşan kir ku cenabê wan berê konsulê giştî yê welatê Almanya bû li Hewlêrê, û ev yek kêfxweşiyê dide wan ku ew çêtir ji rewş û taybetmendiya bajarê Hewlêrê fêm bike û ew li benda serdana wî bo Hewlêra paytext in.
Dûv re, bal kişand ser wan rêkar û tevdîrên ku ji aliyê asayîş û dezgehên ewlehiyê ve ji bo rûbirûbûna tawanên rêxistinkirî û li dijî madeyên hişbir hatine girtin. Ji bo vê armancê, hevkariya û hevrêziya şêwirmendên nûneratiya Yekîtiya Ewropayê li Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir, wekî hevrêzî û hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê û welatên Yekîtiya Ewropayê de di rûbirûbûna terorê de, pêwîst hat dîtin.
Di mijareke din a hevdîtinê de, li ser qeyranên mirovî û guhertinên av û hewayê û metirsiyên ku di vê demê de pirsgirêkeke cîhanî ne û bandora xwe li ser Herêma Kurdistanê bi giştî û Hewlêra paytext bi taybetî kirine, gotûbêj hat kirin û her du aliyan tekezî li ser hevrêzî û hevkariya xwe ya berdewam kirin.
Di dawiyê de, rewşa herêmê bi giştî, hilbijartinên paşerojê yên Encumena Nûneran a Iraqê û pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê û dawîn pêşhatên din, aliyeke din a hevdîtinê bû.