Nêçîrvan Barzanî: Şoreş Bû Nasname û Bingeha Bîra Neteweyî

Serok Nêçîrvan Barzanî bi rêzdarî Barzanîyê nemir û hemû serkirde, Pêşmergeyên qehreman û dilsozên Kurdistanê ku di şoreşê de cih girtibûn bi bîr anî.

Sep 11, 2025 - 10:44
Nêçîrvan Barzanî: Şoreş Bû Nasname û Bingeha Bîra Neteweyî
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr Kurdistan: Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, îro (11ê Îlona 2025) bi boneya 64emîn salvegera Şoreşa Mezin a Îlonê peyamek belav kir û tê de tekezî li ser rola wê ya dîrokî di vejîn û yekxistina gelê Kurdistanê de kir.

Di destpêka peyama xwe de, Serok Nêçîrvan Barzanî bi rêzdarî Barzanîyê nemir û hemû serkirde, Pêşmergeyên qehreman û dilsozên Kurdistanê ku di şoreşê de cih girtibûn bi bîr anî. Her wiha silavên xwe yên germ ji bo giyanê şehîdan û malbat û kesûkarên wan ên serbilind re şandin.

Serok Nêçîrvan Barzanî Şoreşa Îlonê wekî xaleke veguhêz a dîrokî bi nav kir û got: "Şoreşa Mezin a Îlonê di serdemeke aloz û dijwar de ku ji her alî ve zilm û înkariya gelê Kurdistanê dihat kirin, bû nasname û bingeha bîra neteweyî û nîştimanî. Giyaneke nû ji bo vejîn û rûbirûbûnê da Kurdistaniyan."

Serokê Herêma Kurdistanê anî ziman ku şoreş "bû sîwanek ji bo komkirina hemû çîn û tebeqeyan û dengê rewa û wêrek û hawara maf û azadiya gelê Kurdistanê gihand hemû cîhanê û wekî gelekî zindî, jiyandost û aşitîxwaz derket holê."

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser nirxên şoreşê û tekez kir: "Di vê bîranînê de, em li ser armanc û prensîb û nirxên bilind ên şoreşê yên azadî, demokrasî, pêkvejiyan, qebûlkirina hevdu, lêborînî û aştiyê tekez dikin."

Di dawiya peyama xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê bang li hemû aliyan kir ku ji bo parastina destkeftiyên heyî yekdest bixebitin: "Çawa ku Şoreşa Îlonê şoreşa hemû pêkhateyên Kurdistanê bû, hemûyan bi hev re bi yekdengî û ahengî ji bo yek armancê têkoşînê kirin û qurbanî dan, îro jî ji bo parastina maf û destkeftiyên xwe divê em hemû bi hev re bixebitin heta ku gel û welatê xwe bigihînin berava aramiyê."

Serok Nêçîrvan Barzanî peyama xwe bi van gotinan bi dawî anî: "Bila bîranîna Şoreşa Îlonê bilind û bi rûmet be, silav û rûmetî ji bo giyanê paqij ê şehîdan."

Naveroka Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya bi dîroka 11’ê Îlona 2025’an hatibû weşandin li xwarê ye:

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî Bo Bîranîna Şoreşa Mezin a Îlonê

Îro, di bîranîna şêst û çar saliya Şoreşa Mezin a Îlonê de, em rêberê şoreşê û gelê Kurdistanê, Barzanîyê nemir û hemû wan serkirde û Pêşmergeyên qehreman û dilsozên Kurdistanê ku beşdar û hevbeş û hêz û milên şoreşê bûn, bi rêz wan bi bîr tînin. Silav ji bo giyanê şehîdan û malbat û kesûkarên wan ên serbilind re dişînin.

Şoreşa Mezin a Îlonê di serdemeke aloz û dijwar de ku ji her alî ve zilm û înkariya gelê Kurdistanê dihat kirin, bû nasname û bingeha bîra neteweyî û nîştimanî. Giyaneke nû ji bo vejîn û rûbirûbûnê da Kurdistaniyan. Bû sîwanek ji bo komkirina hemû çîn û tebeqeyan û dengê rewa û wêrek û hawara maf û azadiya gelê Kurdistanê gihand hemû cîhanê û wekî gelekî zindî, jiyandost û aşitîxwaz derket holê.

Di vê bîranînê de, em li ser armanc û prensîb û nirxên bilind ên şoreşê yên azadî, demokrasî, pêkvejiyan, qebûlkirina hevdu, lêborînî û aştiyê tekez dikin. Çawa ku Şoreşa Îlonê şoreşa hemû pêkhateyên Kurdistanê bû, hemûyan bi hev re bi yekdengî û ahengî ji bo yek armancê têkoşînê kirin û qurbanî dan, îro jî ji bo parastina maf û destkeftiyên xwe divê em hemû bi hev re bixebitin heta ku gel û welatê xwe bigihînin berava aramiyê.

Bila bîranîna Şoreşa Îlonê bilind û bi rûmet be, silav û rûmetî ji bo giyanê paqij ê şehîdan.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

11.09.2025