Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê Rûpelek Zêrîn a Dîroka Kurdistanê Ye
Serok Barzanî Şoreşa Îlonê wekî "rûpeleke zêrîn a tevgera rizgarixwaza Kurdistanê û mezintirîn şoreşa giştî ya siyasî, çekdarî û cemawerî ya Kurdistanê" bi nav kir.
Hewlêr – Kurdistan: Serok Mesûd Barzanî bi boneya 64emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê peyamek weşand û tê de tekezî li ser girîngiya dîrokî ya vê şoreşê kir.
Di peyama xwe de, Serok Barzanî Şoreşa Îlonê wekî "rûpeleke zêrîn a tevgera rizgarixwaza Kurdistanê û mezintirîn şoreşa giştî ya siyasî, çekdarî û cemawerî ya Kurdistanê" bi nav kir. Wî destnîşan kir ku ev şoreşa gelê Kurdistanê kariye ku "bi hêz û bi xwebaweriyê ber bi armancên nû û asoyeke berfireh ve gavan bavêje û di encamê de doza gelê Kurdistanê qonaxên mezin derbas bike."
Barzanî herwiha bal kişand ser rola Barzanîyê nemir di vê şoreşê de û got: "Ev şoreş bi rêberiya Barzanîyê nemir, ji bo yekemîn car di dîrokê de bingeheke zexm ji bo têkoşîn û xebata hevbeş a herêmên cuda yên Kurdistanê û hemû çîn û tebeqeyên civakê û pêkhateyên Kurdistanê danî, ew jî ji bo parastina doza rewa û mafên gelê Kurdistanê bû."
Serok Barzanî her wiha anî ziman ku Şoreşa Îlonê ji bo qonaxên din ên têkoşîna gelê Kurd çavkaniya hêz û îlhamê bûye û destkeftiyên wê herdem ronahiyê didin xebata gelê Kurdistanê.
Di dawiya peyama xwe de, Serok Barzanî destxweşî û rûmetên xwe ji bo "wan hemû kadîr û Pêşmerge û têkoşeran kir ku bi israr û wêrekî û xebata xwe dîrok û şanaziyê ji bo gelê xwe tomar kirine." Wî her wiha "hezar silav ji bo şehîdên Şoreşa Îlonê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê re şand."
Naveroka Peyama Serok Barzanî bi dîroka 11’ê Îlona 2025’an hatibû weşandin li xwarê ye:
Peyama Serok Barzanî Di Bîranîna 64 Salîya Destpêkirina Şoreşa Îlonê
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Şoreşa Îlonê, rûpeleke zêrîn a tevgera rizgarixwaza Kurdistanê û mezintirîn şoreşa giştî ya siyasî, çekdarî û cemawerî ya Kurdistanê bû ku gelê Kurdistanê teşwiq kir û han da ku bi hêz û bi xwebaweriyê ber bi armancên nû û asoyeke berfireh ve gavan bavêje û di encamê de doza gelê Kurdistanê qonaxên mezin derbas bike.
Ev şoreş bi rêberiya Barzaniyê nemir, ji bo yekemîn car di dîrokê de bingeheke zexm ji bo têkoşîn û xebata hevbeş a herêmên cuda yên Kurdistanê û hemû çîn û tebeqeyên civakê û pêkhateyên Kurdistanê danî, ew jî ji bo parastina doza rewa û mafên gelê Kurdistanê bû. Şoreşa Îlonê ji bo qonaxên din ên têkoşîna gelê Kurdistanê jî çavkaniya hêz û îlhamê bûye, û ezmûn û destkeftiyên vê şoreşa mezin herdem ronahiyê didin têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê.
Di bîranîna şêst û çar saliya destpêkirina Şoreşa Îlonê de, ez destxweşiyê û rûmetên xwe ji bo wan hemû kadîr û Pêşmerge û têkoşeran dikim ku bi israr û wêrekî û xebata xwe dîrok û şanaziyê ji bo gelê xwe tomar kirine. Di vê bîranînê de jî, hezar silav ji bo şehîdên Şoreşa Îlonê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê re dişînin.
Mesûd Barzanî
11 ê Îlona 2025