Şoreşa 11ê Îlonê: Armanc û Destkeft

Mezintirîn şoreş di dîroka hevçerx a gelê Kurdistanê de, Şoreşa Îlonê di demeke kurt de karî piraniya Başûrê Kurdistanê ji dagîrkeran rizgar bike.

Sep 11, 2025 - 09:13
Sep 11, 2025 - 09:16
Şoreşa 11ê Îlonê: Armanc û Destkeft

Pêketina agirê çirûskî yê Şoreşa 11’ê Îlonê di sala 1961’an de, ev şoreşa giştî hate kirin ku piraniya bajar û deverên Başûrê Kurdistanê digirt nav xwe, bi serpereştiya rêberê tevgera azadîxwaz a Kurd, bavê ruhanî û dîrokî, Barzanîyê nemir bû.

Şoreşa 11’ê Îlonê bi şoreşa naskirina maf û çarenûsa gelê Kurdistanê xwe da der, ev şoreşa tije huner û germ û geş, bersiveke bi hêz a gelê Kurdistanê û beşdarbûna hemû pêkhateyên neteweyî û tebeqe û çînên civakê, ku hevbeşên vê şoreşê bûn, li hemberî zilm û bêdadiya rejimên dagîrkeran, û gaveke wêrekane û rêxistinkirî bû ji bo bidestxistina armanc û daxwazên mafên rewa yên gelê Kurd ya ji bo qonaxên bê.

Bêguman gelê Kurdistanê, ji ber wan dagîrkeriyên berdewam ên welatên cîhanê û herêmê li hemberî ax û gelê me kirine, rejimên dagîrkeran berdewam li dû berjewendiyên xwe hewl dane destwerdanê di dîroka me ya tije serwerî û xebat û têkoşîna Pêşmergeyên Kurdistanê de bikin, bi rêberiya rêberê dîrokî "Barzanîyê nemir". Lê îrade û baweriya gelê Kurd di qada şoreş û xebatê de, çi bi rêyên xebata siyasî, çandî û hişyariya civakî ji aliyê beşek ji tebeqeyên cemawerî, xwendekar, ciwan, jin, mamoste, nivîskar û ronakbîran ve, bûne hevbeşên Şoreşa 11’ê Îlona pîroz. Serkirdetiya şoreşên Kurdî bi rêberiya rêberê neteweyî "Barzanîyê nemir" hemû hêvî û planên dijminî ji holê rakirin.

Rejimên li dû hev hatine berdewam hewl didan ku gelê Kurdistanê tûşî qirkirin û tepeserî û jenosîdê bikin. Piştî Şoreşa 14’ê Tîrmehê ya 1958’an, serkirdê dîrokî Barzanîyê nemir ji Yekîtiya Sovyetê vegeriya Iraqê, bi hêviya ku bi rêyên aştiyane, bi rejima wê demê re bigihêje lihevkirinekê û mafên rewa yên Kurdistanê nas bike. Lê ji neçarî, serkirdê dîrokî Barzanîyê nemir banga raya giştî û gelê Kurdistanê kir ku li hemberî zilm û bêdadiya rejimê, xebata siyasî û çekdarî tenê rê bû.

Mezintirîn şoreş di dîroka hevçerx a gelê Kurdistanê de, Şoreşa Îlonê di demeke kurt de karî piraniya Başûrê Kurdistanê ji dagîrkeran rizgar bike.

Şoreşa Îlonê wekî baweriyeke neguherbar Kurdistan kir navenda pêkvejiyan û lêborînê ji bo hemû ol û neteweyan û ji bo cîhekî aram ji bo azadîxwaz û xebatkarên Iraqê ji hemû pêkhate û aliyan. Herwiha karî gelek destkeftiyên dîrokî bidest bixe, wekî lihevkirina (11’ê Adara 1970’î) piştî ku rejim neçarî danûstandinan hat kirin. Bêguman Şoreşa 26’ê Gulanê ya neteweyî û pêşverû û Serhildana bihara sala 1991’î jî her dirêjepêdan û temamker bûn ji bo Şoreşa mezina Îlonê, û ev destkeftiyên îro ku xwe di nav azadiya Kurdistanê de dibînin û Parlament û Hikûmet û sîstema demokrasî li Kurdistanê encam û berhema wê ne.

Şoreşa 11’ê Îlona mezin, pîroziya wafadariya xwe îsbat dikin ji bo rêbaza pîroz a rêberê şoreşê û serkirdê neteweyî (Barzanîyê nemir) û Partiya Demokrata Kurdistanê, ku mezintirîn partî ye li ser asta Iraqê. PDK dûbare serkêşiya Şoreşa 11’ê Îlonê û bi dehan destanên dîrokî yên curbecur kir. Em serê rêz û hurmetê li ber şehîdên tevgera azadîxwaz û rêbaza pîroz a "Barzanîyê nemir û Îdrîsê ciwanemerg" ditewînin.

Zenûn Silêvaneyî – Zaxo

Çavkanî: Kovara Pengav