Koln Xwe ji bo salvegera referanduma Serxwebûna Kurdistanê amade dike
Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya Li Kolnê Salvegera 8emîn a Referanduma Kurdistanê Pîroz Dike

Koln - Almanya: Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya (Kurdischer Rat in Deutschland) bang li hemû Kurd û dostên Kurdan kir ku beşdarî çalakiyekê bibin ku ji bo salvegera 8’emîn a Referanduma Serxwebûna Kurdistanê li bajarê Kolnê yê Almanyayê bê lidarxistin.
Di daxuyaniya Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya de hat diyarkirin ku ev çalakî dê li gorî roj û navnîşana ku di daxuyaniyê de hatî nivîsandin pêk were. Armanca wê pîrozkirin û bîranîna roja dîrokî ye ku tê de gelê Kurdistanê dengê xwe yê ji bo serxwebûnê da.
Konseyê di bangawaziya xwe de tekezî li ser girîngiya beşdarbûna berfireh kir û bi gotinên motîvasyonel dawî li banga xwe anî: "Em bi hev re xurt in! Bijî salvegera 8’emîn a Referanduma Serxwebûna Kurdistanê! Bijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd!"