Serkirdayetiya xaniman û pêşxistina Polîsên Kurdistanê
Wezîrê Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel şanda Şêwirmendiya Yekîtiya Ewropayê civîya, rola jinan di Polîsê Kurdistanê de û "Stratejiya Şîn" ku Polîsên Kurdistanê ji hêza zextê vediguheze bo rêzgirtinê gotûbêj kirin.
Hewlêr - Kurdistan: Di civîneke girîng û gotûbêjeke stratejîk de, Rêber Ehmed Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li Serokê Nû yê Desteya Şêwirmendiya Yekîtiya Ewropa li Iraqê û Serokê Nûnerayetiya Yekîtiya Ewropa li Kurdistanê kir.
Yek ji mijarên sereke yên gotûbêjê, girîngiya rola jinan di serkirdatî û pêşxistina hêzên Polîsê Kurdistanê de bû, bi taybetî di çarçoveya "Stratejiya Şîn" de, ku polîtîkaya Wezareta Navxwe ye ji bo guhertina rola Polîsê Kurdistanê ji hêza zextê bo rêzgirtinê.
Her wiha, bikaranîna encamên lêkolînên akademîk ji bo zêdekirina baweriya di navbera xelk û hêzên ewlehiya navxwe de, mijarek din a girîng a gotûbêjan bû.
Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê hevkarî û karên şêwirmendên Yekîtiya Ewropayê li Kurdistanê bilind nirxand, û Mîsyona Şêwirmendiya Yekîtiya Ewropayê jî piştgirî û girîngiya xwe bi projeyên "Serkirdatî û Rêveberiyê" di Wezareta Navxwe de dubare kir.