Serok Barzanî: Kurdistan welatê birayetî, pêkvejiyan û aştîxwaziyê ye

Serok Barzanî Cejna Rojiyên Êzî Pîroz Kir

Dec 18, 2025 - 21:33
Serok Barzanî: Kurdistan welatê birayetî, pêkvejiyan û aştîxwaziyê ye
Serok Barzanî Cejna Rojiyên Êzî Pîroz Kir

Peyama Serok Barzanî ji bo Cejna Rojiyên Êzî

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi helkefta hatina Cejna (Rojiyên Êzî), pîrozbahiyeke germ li xwûşk û birayên Êzdî li Kurdistanê û hemû cîhanê dikim. Hêvîdar im ev cejn, xweşî û bextewariyê ji bo tevahîya xwûşk û birayên Êzdî bîne û xwûşk û birayên Êzdî hemû cejn û helkeftên xwe bi aramî û dilxweşiyê de pîroz bikin.

Cihê şanazîyê ye ku Kurdistan welatê birayetî û pêkvejiyan û aştîxwaziyê ye di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî de û pêwîst e ev çand kûrtir û berfirehtir bibe.

Di xêr û xweşiyan de bimînin.

Mesûd Barzanî
18.12.2025